Berhem Salih nûner û dîyarêya xîyaneta Kerkuk e!
Kê Berhem Salih anî ser postê serokkomarîya Iraq?
Berhem Salih, operasyonek ji hemahengîya şîe ya dewleta Îran î terorîst û dagirker, şîeyên nîjadperestê Iraq û baskê YNK yên xîyanetkar bû. Bi dorpêça van hersê hêzên dijminê Kurd û Kurdistan, Berhem Salih hat ser postê serokkomarîya Iraq.
Ev gavek ji gavên pêşîlêgirtina deskevtinên hêza Kurd û Kurdistanî bû û bi alîkarîya xîyanetkarên nav YNK serkevtî bû. Ev hêz, di radestkirina Kerkuk û derdorên herêmên Kurdistan yên ku li gor madeya 140 ku li hêvîya referandûmê ne jî serkevtî bûn.
Hêza xîyanetê, pişta xwe dide dijminên Kurd û Kurdistan û bi hevalbendîya wan, van serkevtinan tomar dike. Divê hêza Kurd û kurdistanî êdî vê rastîyê bibîne û neşterê li van kînorên bedena Kurdistan bixe. Tifaqa bi YNK re, yek ji himandina van kînora ye di bedena Kurdistan de.
Dîyare ku YNK bicarekê de ketîye bin bandora baskê xîyaneta Kerkûk û ti bandora Kosret Resûl, Mele Bahtîyar û Qubat Talabanî di nav YNK de nemaye.
Senatorê kongreya Amerîkayê Marco Rubio, nerîna xwe derbarê diyar kirina serokkomar û serokwezîrê Iraqê de nîşan da û ragihand, Berhem Salih bi bandora fermandarê sipaha Qudsê Qasim Silêmanî ve hatîye helbijartin.
Di derheqa operasyona Berhem Salih de, Senatorê Kongreya Amerîkayê Marco Rubio, di mijara destinîşankirina Berhem Salih û Adil Ebdulmehdî de, Îran wek aliyê serkeftî pênase dike û dibêje; „Fermandarê sipaha Quds, Qasim Silêmanî ew rêkeftin pêk aniye.“
Sanator Marco Rubio di berdewamîya axivtina xwe de bi zelalî diyar dike ku; „aliyê serkeftî Îran e. Fermandarê sipaha Quds a ser bi Supayê Pasdarên Îranê ve Qasim Sulêymanî bi xwe ev rêkeftin encam daye.“(!)
Şêwirmendê serokkomarê Iraq yê kevin Vefîk Samarray jî di hesabên xwe yên medyayî de vê serkevtinê bi şîweyek “pîrozbahî“(!) nîşan dike û dilxweşîya xwe bi van hevokan tîne ziman:
„Ciwanên Iraq yên qedirbilind, di hilbijartina serokkomarî ya Iraq de, ew kesên ku behsa sînorên Iraq yên nû dikin têk birin“ û di berdewamîya gotinên xwe de sipasîya xwe bi van hevokan anîye ziman:
„Ez sipasîya xwe ji qahremanên 17ê Cotmehê re pêşkêş dikim! Ez sipasîya xwe ji hêzên YNK, hêzên çekdar û Haşdî Şabî re pêşkêş dikim ku di parlamento de şerekî demokratîk û serkevtî meşandin!“
Ez bînim bîra we; di 16ê Cotmeha 2017an de xencera xîyanetê a şahrî li pişta Kurdistan ket û di 17ê Cotmehê de jî Iraq, Îran û Tirkîye bi hevalbendîya xîyanetkaran, dagirkirina Kerkûk û derdoran ragîhandin. Qesda „17ê cotmehê“, yek ji şanazîya dagirkirina Kerkûk e ji terefê van dijminên Kurdistan de.
Ji bo çi ez Berhem Salih red dikim?
Berhem Salih ne nûnerê Kurd û Kurdistan e. Berhem Salih, nûnerê dewleta terora Îslamî a Îran, nîjadperestên erebên şîe yên Îraq û xîyanetkarên YNK ye. Di hilbijartina Berhem Salih de, carek din derb li hestên Kurd û kurdistanî ket. Ev derb, bi destê xîyaneta nav mala Kurd pêkhat. Wek bûyera Kerkûk, carek din bi destê YNK li tifaqa Kurd û kurdistan ket. Kurd ketin rewşek wilo ku bi alîkarîya YNK û dengên dijminan xîreta wan derbê bixwe.
Dema ku Berhem Salih bi deng û piştevanîya van hêzan bû xwedîyê postê serokkomarî yê Iraq, yekem di axivtina xwe de mîsyona xwe eşkere kir û di sonda xwe de soz da wan hevalbendan ku:
„Ez ne wek nûnerê yekalî, ezê bibim serokkomarê giştî yê Iraq û ezê bibim parêzgerê parastina yekitîya axa Iraq!“
Bi vê axivtina Berhem Salih re yekem kesa ku Berhem Salih ji bona mîsyona wî ew pîroz kir, Henan Fetlawî bû.
Henan Fetlawî, Parlementera Iraq a berê ye û yek ji milîtanê nîjadperestên ereba ye. Nêzî baskê YNK yê xîyaneta 16 Cotmeha 2017a ye. Dema ku pîrozbahîya Berhem Salih kir, mîsyona Berhem Salih bi vê hevokê anî ziman;
„êdî erkê te giran e.“(!)
Ev „erkê giran“ yê Berhem Salih ji terefê van nîjadperestên Iraq de ku tê dan, çi ye?
Xizmetkarîya mîsyonê; Parastina yekitîya axa Iraq, têkbirina hêza serxwebûnxwaz a Kurdistan e. Yanî ev mîsyon; wek ku Şêwirmendê serokkomarê Iraq (Celal Talabanî) yê kevin Vefîk Samarray ku eşkere dibêje.
Têkbirina „ew kesên ku behsa sînorên Iraq yên nû dikin“(!)
Diyare ku li Iraq wê ticarî erkên makezagona Iraq neyê bicîh kirin. Kurd divê bi rewşek aşitîyanê bipaşde vegerîna Kerkûk û deverên din jibîr bikin. Beta ku xîyanetkar bi Iraq û Îran re bi hemahengîyek konane tevbigerin û pişta xwe bidin hev, mercê kurdan ku madê 140 pêkbînin tineye. Hewla serokkomarîya Berhem Salih carek din ev da nîşan ku dijminên Kurd û Kurdistan ti caran bi rîya aşitî mercên kurdan napejirînin. Wê hertim di nav mala Kurd de ji xwe re pergalekî avabikin û bi rîya vî pergalî wê pêşî li makezagon û yasayan bigirin.
Di virde divê hêza Kurdistan a sereke û xurt, têkilî û siyaseta xwe diber çavan re derbas bike. Divêtîyên dengên Kurd û kurdistanîyan bîne cîh.
Kurd û Kurdistan ev mîsyon daye wan.
Divê xwe amade bike ji neşterek Kurdistanî re ji bona kînora Kerkûk, ku di dilê Kurdistan de cîh çêkirîye. Ev erke ku Kurd û Kurdistan daye wan.
Hin di referandûma serxwebûna Kurdistan de, hin di hilbijartinên parlemena Iraq de û hin di hilbijartinên parlemena Kurdistan de, Kurd û kurdistanîyan ev erk xistîye ser milê hêza serxwebûn xwaz. Divê ev erk bê hesabên piçûk, bê têkilîyên xîyanetkaran were cîh. Ev mîsyon ketîye ser milê serxwebûnxwazan, ketîye ser milê siyaseta Kurdistanî.