Ruweyda Mistefa
Di demekê de ku Herêma Kurdistanê ber bi hilbijartinan ve diçe, divê jin ji bo bidestxistina mafên xwe însiyatîfên zêdetir raber bikin. Nabe em di siyasetê de ewqasî seretayî bin ku hemû gotûbêjên me di çarçoveya vê yekê de bin ka gelo dê PDK û YNK li hev bikin an na; gotûbêjên bi vî rengî di nav civakê de zêdetir ji hêla mêran ve tên kirin.
Ya rast ew e ku ger PDK û YNKê li hev bikin an li hev nekin, rewşa jinan zêde nayê guhertin. Ev her du partî kar û barên Herêma Kurdistanê bi hev re bi rê ve bibin an wezîrên xwe bikişînin, rewşa ku keç û jin pê re rû bi rû ne naguhere.
Ger bandora lihevhatina PDK û YNKê hebe jî, wê pir piçûk be. Dema ku em li televîzyonê temaşe dikin an jî li daxuyaniyên siyasî guhdarî dikin, em dibînin ku piraniya gotûbêj û axaftinan ji hêla mêran ve tên kirin. Pirs ev e: Jin di van sohbetan de li ku ne?
Li Herêma Kurdistanê, her tişt hatiye siyasîkirin. Di rewşeke wisa de, mafên jinan ji zû ve hatine paşguhxistin û ketine nav tarîtiya ajendayên partiyên siyasî yên sereke. Carinan li şûna ku wekî karekî rast û herî li pêş were girtin, rewşa kambax a jinan bi tenê wekî amûrekê ji bo lîstikên siyasî tê bikaranîn. Guhertina vê yekê pêdiviyeke bilez e.
Di nav xwestekên siyasî yên partiyên sereke yên Herêma Kurdistanê de, her tim mafên jinan di rêza dawîn de bû. Bûyerên trajîk ên mîna şîdet û tundiya dijî jinan, ji bo bidestxistina armancên siyasî bi awayekî pûç û pêkenokî têne bikaranîn. Di heman demê de, dîtina çareseriyên bibandor ji bo van pirsgirêkan hîna dûr e.
Bikaranîna mafên jinan ji bo berjewendiyên siyasî (ji hêla partiyan ve) wer dixwaze ku sererastkirineke kûr li çarçoveya siyasî ya niha were kirin ji bo ku xweşguzariya jinan bibe karekî herî li pêş.
Pêwîstiya pêşkeftina rastîn a mafên jinan bi piştevaniya navxweyî ya hemû partiyan heye. Li vir divê ew yek li ber çav neyê girtin ka jin bêhtir alîgir û dengderên kîjan partiyê ne. Mixabin, pir eşkere ye ku hewleke hevgirtî ya wiha di navbera partiyên siyasî yên wekî Partiya Demokrat a Kurdistanê, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Tevgera Goran, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û partiyên din de nîne.
Berevajî Herêma Kurdistanê, girêdayî nîşandana şêwaza karkirina partiyan bi merema çareserkirina pirsên hevpar û ji holê rakirina alîgiriya siyasî seba berjewendiyên mezintir, welatên wekî Brîtanyayê mînak in. Jinên Kurdistanê jî hêjayî bidestxistina wan mafan in ku li Brîtanyayê ji jinan re tên misogerkirin. Ji bo bilindkirina statûya jinên Kurdistanê û bidestxistina wekheviya zayendî karê hevpar pir girîng e.
Zêdebûna dilgiranker a şîdeta dijî jinan li Herêma Kurdistanê gihaştiye asteke metirsîdar. Bûyerên xofdar, ji reftara xerab a malbatê bigire heta digihîje êrîşa li ser jinan li cihên giştî, nîşan didin ku pir girîng e ji bo parastina jinan ji her ziyan û zirarekê demildest tiştek were kirin.
Şermezarkirin tenê têrê nake, lê ji bo pêşîgirtina li tundûtûjiyê û piştrastbûna ji lêpirsîna bilez a sûcdaran, divê tevdîrên bibiryar bên wergirtin û çavkaniyên pêwîst werin peydakirin. Xurtkirina jinan bi peydakirina cihê niştecihbûna ewle, alîkariya darayî û torên piştgiriya jinan, wan bi hêz dike ji bo ku xwe ji jîngeha xirab biparêzin.
Divê têkoşîna mafên jinan li Başûrê Kurdistanê di çarçoveya garantîkirina ewlehiyê de asê nemîne. Ji bo vê xebat û têkoşînê stratejiyeke berfireh û piralî pêwîst e. Merema min stratejiyek e ku bersiva hemû kelem û astengiyên cuda bide ku jin rojane bi wan re rû bi rû dimînin.
Vebijarka çavdêrîkirina zarokan bi dayîna mûçeyeke guncav dikare barê li ser milê dayikên karker sivik bike û bihêle ku ew bi awayekî aktîf û çalak beşdarî hêza kar bibin. Bi heman awayî, qedirgirtina rola giranbuha ya dayikên ku li malên xwe dimînin û her wiha misogerkirina mûçeyan ji wan re, pêwîstiyeke bingehdar e.
Hebûna motîvasyon û navtêdanê ji bo dayikên karker, wekî nîşandana nermiyê di diyarkirina demjimêrên karkirina wan de û misogerkirina derfetên kar ên wekhev, dikare cudahiyên zayendî yên li cihên kar kêm bike û di encamê de jî civakeke piralî û berfirehtir pêk bîne.
Ji bo ku di lîstikên siyasî de nebin rehîne, divê jin di rêza herî pêş a pêvajoya siyasî de cih bigirin. Her wisa, ji bo ku guhertinê dirust bikin, lazim e jin hêza xwe di hilbijartinan de bi kar bînin.
Rêwîtiya ber bi wekheviya zayendî li Kurdistanê hewcedarî hewldanên piralî û berfireh ên hêzên siyasî, siyasetmedar û tevahiya civakê ye. Ev nêrîn ne tenê wê statûya jinê xurt bike, li şûnê, wê jin di avakirina welatekî piralîtir û xweşguzerantir de rola xwe bilîze.
Lê ya hê ji vê girîngtir, pêwîst e ku jin xwedî însiyatîf bin û pirsgirêkên PDK û YNKê derbas bikin. Jin dikarin bi rêya garantîkirina mafên xwe yên bingehîn û bidestxistina guhertinên siyasî, rewşê li berjewendiya xwe bi kar bînin. Wekî danîna kotayê ji bo postên wezaretan an jî dengdana jinan di hilbijartinan de ne li ser kesayetîyê, lê li ser bingeha siyasetên (partî û berendaman).
RÛDAW