​​​​​​​Çima Nêçîrvan Barzanî giringiyê dide yekrêziyê

.

Hêvîdar Ehmed/Rûdaw

Serdema herî dijwar li Herêma Kurdistanê hevgirtina her du hikûmetên Hewlêr û Silêmaniyê di dema kabîneya pêncan de bû. Qonaxa piştî şerê navxwe bû, nebûna baweriyê û karkirina li ser bingeha gumanê di navbera PDK û YNKê de di lûtkeya xwe de bû. Nêçîrvan Barzanî zûzûka tê derxist heke ne bi yekrêziyê be, kurd ti encameke berçav di nav destê xwe de nabînin.

Mam Celal, rehma xwedê lê be, zûbizû têgihîşt karê ku li ser yekrêziyê ji hêla Nêçîrvan Barzanî vet ê kirin, karekî mezin bû, lewma jî du sal ji pişka YNKê di wê kabîneyê de her ji bo wî li cî hîşt. Wexta ku kabîneya şeşan çê bû, rêzdar Dr. Berhem Salih bû serokwezîr, YNK pir bileztir bû ji PDKê, kabîne dîsa radestî Nêçîrvan Barzanî were kirin.

Ji serdema hukmdariya Kurdistanî ve piştî serhildana 1991ê, PDK û YNKê ku du hêzên sereke yên vê herêmê ne, du ezmûnên wan hebûn, yekem: Şerê navxwe. Duyem: Peymana stratejî di navbera cenabê serok Barzanî û Mam Celal de. Di encamê de aştî peyda bû, wê peymanê xêr ji bo Herêma Kurdistanê bi gelemperî bi dest xist.

Em niha di navbera wan her du ezmûnan de ne, destkefta kîjanê ji wan ji Herêma Kurdistanê re hebû?

Di vê qonaxê de ev yekrêzî ji wê çaxê jî giringtir e, çunkî Iraqa wê çaxê û niha cuda ye, yekrêziya di navbera aliyên siyasî de, xasma PDK û YNKê, pêwîstiyeke bivê-nevê ye.

Hebûna nakokî û dubendiyê wiha kir, wek mînaka dawî ku Herêma Kurdistanê ziyaneke mezin dît, yasaya dadgeha federal bû, ji ber tertûbelaviya aliyên Kurdistanî (PDK û YNK), aliyekî bi aliyên şîe re li hev kir û di encamê de, navê Herêma Kurdistanê û pêdana desthilatê bi Herêma Kurdistanê ji yasayê hat derxistin.

Yekrêzî nayê wateya ku divê hemû alî bibin partiyeke tenê. Divê rikeberî bimîne ku pêwîst e ji bo pêşketina vê herêmê, lê nabe em mîna dijminan li hev mêze bikin. Tenê tebayî û yekrêzî siberoj û mafên şêniyên Herêma Kurdistanê li ser asta Iraqa federal heya radeyeke zêde misoger dike. Heke na em ê lawaz û lawaztir bibin. Li şûna ku em li Bexdayê xwedî biryar bin, em ê bibin dûvelankên blokên şiî yên cihêreng.

Nêçîrvan Barzanî berî ku di meha nîsana îsal -2021- de serdana Bexdayê bike, aliyên desthilat û opozisyona Herêma Kurdistanê li serokatiya Herêma Kurdistanê civandin û qala du qonaxan kir. Yekem: Mijara encama serdana wî ji bo Fransayê bû. Duyem: Serdana Bexdayê dike û peyama hemî Herêma Kurdistanê bi xwe re dibe.

Her çiqas serokê Herêma Kurdistanê nûnertiya mafên destûrî û siyasî yên Herêma Kurdistanê dike, tew li ser asta derve jî, lê desthilatên xwe bi kar neanîn û berî ku here Bexdayê, aliyên siyasî yên Kurdistanê bêyî (îhracî) li cihekî kom kirin û bi hev re li siberoja Kurdistanê fikirîn û bi yek peyama Kurdistanî çû Bexdayê.

Lewra pirs ev e: Heke tebayî û yekrêzî di nav aliyên Kurdistanî de neyê pêkanîn, dê çi biqewime? Em ê wê çaxê ber bi kû herin? Aştî çêtir e yan parçebûn û dabeşbûna li ber çavê neyarên Herêma Kurdistanê li Bexdayê? Gelo çêtir e bêjin ev pişka Kurdistanê ye yan pişka filan partiya Kurdistanî ye?

Hilbijartina cotmeha îsal a Parlemana Iraqê giring e. Bandora wê ne tenê li ser Iraqê, lê belê li ser Herêma Kurdistanê jî dibe. Divê em bizanin hevbeşê bê yê Herêma Kurdistanê li Bexdayê kî ye û gerek palpiştiya kê were kirin? Ev tenê bi yekrêziya di navbera aliyên Kurdistanî de tê kirin.

Xalên hevpar di navbera aliyên Kurdistanê de pir in ji bo bergirîkirina li berjewendiyên Herêma Kurdistanê. Girantirîn astengî li pêşber pêvajoya aştiyê divê aşkira were gotin, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ye.

Divê YNK xwe yekalî bike. Gelo li hundirê Herêma Kurdistanê desthilat e yanê opozisyon e? Çunkî opozisyonbûna YNK ne li berjewendiya wê, Herêma Kurdistanê û paşê PDKê ye. Heya niha YNK nekariye vê di nava xwe de beralî bike.

Nêçîrvan Barzanî di serdanên berî çend rojan de ku ji bo aliyên opozisyon û desthilatê li Hewlêr û Silêmaniyê kir, wek researcheke meydanî bû li pêngavên bê, niha berçavroniya wî ya baş heye ku divê pêngava bê çi be. Çi li ser asta Iraqê û xasma li ser asta Herêma Kurdistanê.

A ku zelal e û daxwaza piraniya hevwelatî û şêniyên Herêma Kurdistanê ye, tebayiya navbera aliyên siyasî ye. Ti bijarteyeke din ji bilî aştiyê li pêşber serokê Herêma Kurdistanê nîne ku erkekî pir giran e.

Lewra divê qaîdeya "nerm li hundir, bihêz li derve" were bikaranîn. Çunkî em çi qas bihêz bin, dijminên me jî xwe ji bo me ewqas bihêz dikin.

Gotinek heye dibêje, heke em aştî û aramiyê ji dest bidin, em ê ronahiyê ji dest bidin, eger em ronahiyê jî ji dest bidin, em ê pêş xwe nebînin.

Hêvîdar Ehmed

Endamê Parlamentoya Kurdistanê

Kurdistan Haberleri

Qeyûm tayînî şaredariyên Dêrsim û Pilûrê hatin kirin
Serok Mesûd Barzanî: Em piştgiriyê didin hemû hewlên ji bo aştiyê
MEXMÛR - Tîma Rûdawê hat desteserkirin
Li Pêşangeha Pirtûkan a Rihayê pirtûkên Kurdî balê dikişînin: ‘Kurdî dihele!’
Di ser kuştina Ugur Kaymaz re 20 sal derbas bûn