Çima rewşa Şingalê normal nabe? - Adil Baxewan *

.

Adil Baxewan / Rudaw

Ev ew pirs e ku gelek caran ne tenê li Kurdistan û Iraqê, lê li Ewropayê jî ji min tê kirin; ne tenê ji aliyê navendên lêkolînê ve, lê her wisa ji aliyê rêxistinên navdewletî yên sivîl û NGO û navendên dîplomatîk ku giringiyê didin Iraq û Herêma Kurdistanê.

Bi dîtina min, rewşa Şingalê heta radeyeke zêde derbirîna wê rewşê ye ku tevahiya Iraqê daye ber xwe û axaftina li ser Şingalê bi awayekî ji awayan, axaftina li ser tevahiya hevkêşeya Iraqê ye, lê tevî wê yekê jî, Şingal taybetmendiyên xwe hene û em dikarin li ser wê bisekinin.

Ji bo bersivdana wê pirsa jorîn, şeş aktorên dewletî û nedewletî hene ku rasterast bandora wan li ser arastekirina pirsgirêka Şengalê û şêniyên Şengalê heye. Ew aktor jî ev in: Hikûmeta Iraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, PKK, Heşda Şeibî, Îran û Tirkiye, Amerîka û Yekîtiya Ewropayê.

Di vê gotara kurt de, em ê hewl bidin ku bi lez vegerin ser helwestên her yekê ji van her şeş aktoran û nakokiyên wan, hevalbendî û armancên wan li ber çavan raxin.

Hikûmeta Iraqê

Ji hikûmeta Ebadî heta digihe Ebdilmehdî û niha jî Kazimî, Şingal wek pirsgirêkekê berdewam e û wek fransî dibêjin: Kevirek e di pêlavên wan de û nahêle bi rêkûpêkî bimeşin. Arîşeya her yekê ji van her sê hikûmetan ew e ku qasî li dû tomarkirina xalan û golkirina zêdetir û hilberandina li ser pirsigirêka Şingalê ne, nîvê wê daxwazeke wan a polayî nebû û nîne ji bo çareseriyeke şênber.

Bê guman ez fêm dikim ku hevkêşe ji wê yekê pir aloztir û tevlihevtir e ku tenê xwestekeke polayîn ji bo çareserkirina wê bes be, lê di heman demê de, bêyî vê daxwazê, gava yekem jî nayê avêtin.

Rast e arîşe pir in, lê rast e jî ku rewatiya enternasyonal di destê hikûmeta Iraqê de heye, artêşa Iraqê li ber destê wê ye, dahata Iraqê di destê wê de ye û ev hemû jî alîkariya wê dikin ku bi awayekî rasterast beşdarî asayîkirina rewşa Şingalê bibe, lê heta niha tu yekê ji van her sê hikûmetan ev yek bi awayekî şênber nekiriye.

Cîbicînekirina rêkeftina di navbera Bexda û Hewlêrê de li ser asayîkirina Şingalê, belgeyeke zindî ya wî tiştî ye ku mirov dikare jê re bibêje xemsariya Bexdayê li hember Şingalê. Dibe ku beşek ji kok û rehên vê xemsariyê di nav avahiya hikûmetê bi xwe de bin jî, ku li gor hemî pîvanên cîhanî em dikarin jê re bibêjin: Hikûmeta lerzok!

Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şingalê wek navçeyeke ji Kurdistanê veqetandî dihesibîne û di wê baweriyê de ye ku Şingal ji bo nexşeya siyasî û jeopolîtîk a Herêma Kurdistanê devereke lap stratejî ye. Xewna Kurdistanê ew e ku Şingalê vegerîne ser Herêma Kurdistanê. Lê di navbera vê xewnê û xebata di rastiyê de valahiyeke berbiçav heye.

Di navbera salên 2003 û 2014an de, Hewlêrê dikaribû hemû kertên ku di destê wê de bûn wek zext ji bo pêkanîna armanca xwe bi kar bîne, lê nekir. Gelek sedem hene, lê encam her yek e!

Ji sala 2014ê ve heta îro, rikeberên Herêma Kurdistanê zêdetir bûn, eger berê tenê hikûmeta Iraqê bû, lê niha PKK, Heşda Şeibî, Îran û tew Tirkiyê jî lê zêde bûye.

Ji ber vê jî Herêma Kurdistanê ku ne xwediya artêşeke yekgirtî, aborîyeke serbixwe, hevdengiyeke siyasî û dîplomasiyeke hemaheng e, nikare ajendaya xwe li ser akterên din ferz bike.

PKK

Ji sala 2014an û vir ve, berevajî pêşbîniyan, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dibe aktereke sereke di raberkirina bûyerên Şingalê de.

Piştî dagîrkirina deverê ji aliyê cîhadiyên DAIŞê ve, Bexda û Hewlêrê her cure hevkarî û piştevaniyên ji bo birêvebirina şerê li dijî terorê qebûl dikirin. Divê amadekariya leşkerî û siyasî ya PKKê jî di vê çarçoveyê de were xwendin. Ango Bexda û Hewlêr bi xwe ne tenê razî bûn, lê hêsankarî jî ji vê amadebûnê re kirin.

Trajediya Bexda û Hewlêrê ew e ku bi ti awayî hizir nekiribûn ku PKKê ne tenê hêzeke leşkerî ye ku alîkariyekê di demekê de pêşkêş bike û jê re bêjin spas û dawî li çîrokê were. PKK çiqasî hêzeke leşkerî ye, ewqasî jî hêzeke îdeolojî ye. PKK li her cihekî be rasterast li ser avakirina bingeheke civakî û cemawerî kar dike. Armanca wê jî çêkirina girêdan û tevlîbûna bi îdeolojiya wê ye û paşê jî meşandina xebatê ji bo wê îdeolojiyê. Ev jî wiha dike ku dawîanîna li hebûna PKKê li Şingalê, ji hemû aliyên siyasî re karekî dijwar be!

Heşda Şeibî

Eynî mîna PKKê, ji sala 2014 ve, êdî her axaftinek li ser pirsgirêka Şingalê, bêyî cidîwergirtina hokarê Heşdê zehmet e. Rast e bingeheke cemawerî ya Heşdê li Şingalê nîne, lê hêza wê ya leşkerî, iraqîbûna wê, şerê wê yê bixwîn li dijî DAIŞê, serdestiya wê li ser çavkaniyên dewleta Iraqê û hevkariya Îranê dihêlin ku bêyî Heşdê ti projeyeke çareseriyê li Şingalê neçe nav rewşa cîbicîkirinê.

Gotara ku niha aktorên din li ser Heşda Şeibî berhem tînin û jê re dibêjin: Spas, we karê xwe kir û niha dem hatiye hûn ji navçeyê derkevin, dûrî realîteyê ye û bi temamî berovajî mekanîzmên çawaniya karkirin û livandina peywendiyên hêzê li Iraqê ye. Dem hatiye ku çapeke din a gotarê were berhemanîn, wekî din divê em bendewariya tundbûna zêdetir a helwesta Heşda Şeibî bikin.

Îran û Tirkiye

Berdewamiya destwerdanên Îran û Tirkiyê wer dike ku Şingal ne tenê pirsgirêkeke niştimanî be, belkî xwediyê asteke navçeyî jî be û ev jî pirsgirêkê heta radeyeke mezin aloz dike.

Navçeya Şingalê di cîhanbîniya Îranê de hem rûbereke jeopolîtîk a girîng û stratejîk e û hem jî faktoreke girîng e ji bo birêvebirina hevsengiya hêzê li gel dijberên xwe. Jeopolîtîk, ji ber ku pireke girîng e ji bo girêdana Iraqê bi Sûriyê ve û gelek deriyan ji bo kişandina hegemonyaya Îranê di navbera van her du dewletan de vedike. Her wiha hevsengiya hêzan jî, ji ber ku hevrikên wê li navçeyê hene: Tirkiye, Herêma Kurdistanê, Amerîka, Yekîtiya Ewropa û beşek ji artêşa Iraqê, ku mirov dikare jê re bibêje ne Îranî!

Girîngiya Şingalê ji bo Tirkiyê jî li ser çend astan e, ku ya herî girîng hevrikiya wan li gel hebûna leşkerî û cemawerî ya PKKê ye û piştre jî rêgirtina li ber egera girêdana Şingalê bi Herêma Kurdistanê ve li ser asta dema dirêj yan navîn.

Amerîka û Ewropa

Amerîka û Ewropa wek du zirhêzên sîstema cîhanî dixwazin rewşa Şingalê asayî bikin, lê ew rê û rêbaza ku ji bo gihîştina vê armancê wergirtine wek pêwîst ne rast e, ez dikarim bibêjim berovajî wê rast e.

Ji nû ve avakirina nexweşxane, dibistan, elektrîk û rêyan ango giringîdana bi geşepêdana aborî û jêrxana aborî ya Şingalê, karekî pir baş e ku niha Yekîtiya Ewropa û Amerîka dikin. Lê bêyî du şert û mercan, ev hemî proje dikarin tavilê mîna qesrên kartonê werin hilweşandin. Ev her du şert jî: Ewlekarî û aramî ne.

Li her devereke piştî şer yan hevrikiyê (post-conflict), ger ewlehî û aramî nehatin misogerkirin, girewkirina li ser geşbûna aborî û binesaziyê dê dawiya dawîn windakirin be.

Dawî

Rewşa Şingalê êdî nikare axaftinên provokatîf, hilberînên siyasî û reftarên xemsar debar bike. Ger ji bo çareserkirinê gavên cidî neyên avêtin, dikare her kêlî bibe bermîleke bombeyan û di her hûrdemekê de di rûyê hemûyan de biteqe.

Gelo di rewşa niha ya Iraq û deverê de, derfet heye ku ev sîstema axaftin û reftarên bêberpirsiyarî li hember pirsa Şingalê biguhere? Mixabin na. Berovajiyê vê, girîmaneya xurtkirina vê pergala axaftin û reftaran, vêga ji her demeke din zêdetir xurtir bûye û rûniştîyên Şingalê jî wê careke din bibin qurbaniyên yekem ên rêveberiyên bêberpirsiyar ên têkiliyên hêzê yên di navbera hevrikan de.

Çavkanî:

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir