Navenda Nûçeyan- Li gorî amarên fermî, di heyama 24 saetên borî de li Çînê herî kêm 45 kesan ji ber nexweşîya Koronayê canê xwe ji dest dane. Bi vî rengî hejmara mirîyên wê nexweşîyê gihîştîye 258 kesan.
Bi gotina berpirsên hikûmeta Çînê, 11 hezar û 791 kes jî bi wê nexweşîyê ketine û di bin çavdêrîya nojdarîyê de ne.
Wezareta tenduristîya Amerîka jî ragihandîye, li Amerîka heta niha 7 kes bi nexweşîya Koronayê ketine.
Wê wezareta Amerîkî daye zanîn, ew nahêlin ti kesekî bîyanî ku 14 rojan li Çînê mabe, derbasî Amerîka bibe.