Çîn: Me dermanê nexweşîya Koronayê dît!

Balyozê Çînê yê li Rûsyayê Zhang Hanhui ragihand ku pisporên Çînî dermanê nexweşîya Koronayê dîtine û ji bo ku ew derman derbikeve bazarê, li benda çend têstên dawî ne.

Navenda Nûçeyan - Balyozê Çînê yê li Rûsyayê Zhang Hanhui li Moskowê derbarê vîrûsa Koronayê de ji medyaya Rûsî re axivî û got ku waksîna nexweşîya Koronayê ji alîyê pisporên Çînî ve hatîye çêkirin.

Zhang Hanhui got: “Ew dermanê ku pisporên me peyda kirine  bandora wê hat selmandin û û pişkinînên wê bi awayekî serkeftî berdewam in. Armanc ew e ku di demeke herî nêzîk de derman bê belavkirin.  Em hêvî dikin ku heta dawîya meha Sibatê li hemû bajarên Çînê jîyan asayî bibe. Herwiha tê plankirin ku heta dawîya Adarê jî li bajarê Wuhan ku vîrûs peyda bûye, jîyan asayî bibe. Em bi Rêxistina Tenduristî ya Cîhanî re kar dikin. Di nav tîma me de 2 zanayên Rûsî jî hene. Em spasîya Rûsya û gelê wê dikin ji me re bûne piştevan.”

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e