Di encama bombebarankirina Artêşa Tirkiyê ser Cindirisê 4 hemwelatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane. Her weha tê gotin ku, ava vexwarinê li Efrînê di encama êrişên hewayî ya firokeyên Artêşa Tirkiyê hatiye birrîn û nêzîkî nîv milyon kes rûbirîyî bêavî mane.
Çavkaniyên ji herêma Efrînê didin zanîn ku, hêzên Tirkiyê û hevpeymanên wan gihiştine nêzîkî gundên Kanî Korkê, Zilaqî, Til Hemo û Celemî. Herweha tê gotin, hêzên Tirkiyê gihiştine bendava Meydankê jî.
Gelek kesên sivîl li derdora gundê Meydankê li ser êrişen artêşa Tirkiyê birîndar bûne û 5 kesên sivîl jî jiyana xwe ji dest dane.