Cindirêsa wêran; xelkekî tenê û bê mal û hal

.

Erdheja 6ê Sibata 2023 zirareke mezin gihandiye bajarokê Cindirêsa Efrînê li Rojavayê Kurdistanê ku niha di bin kontrola Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê de ye. Erdhejê hema hema Cindirês bi erdê re kiriye yek û bi gotina hejmarek welatiyên Cindirêsê ku ji Rûdawê re axivîn, piraniya avahiyên li wî bajarokî di encama erdhejê de hilweşiyane.

Ji ber erdhejê bi sedan kes li Cindirêsê jiyana xwe ji dest dane, lê hejmareke dirist hêj li ber dest nîne, ji ber ku hêj kes di bin kavilên avahiyên hilweşiyayî de mane.

Rêveberê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdurehman îro Înê 10ê Sibatê ji Rûdawê re ragihand, “Li Cindirêsê di encama erdhejê de zêdeyî 1000 kesan canê xwe ji dest dane.”

Rêzan Hiskê, welatiyekî xelkê Cindirêsê ji Radyoya Rûdawê re got, “ji sedî 90ê xanî û avahiyên li Cindirêsê hilweşiyane, lê ji bo rizgarkirina kesên di bin avahiyên hilweşiyayî de ti xebat nehatine kirin.”

Rêzan Hiskê got, li Cindirêsê li gel ku nexweşxane û navendên tenduristiyê yên li herêmê tijî birîndar in û cihê nexweş û birîndaran tune ye jî, elektrîk û av jî nîne.

Welatiyekî din bi navê Mihemed Heynî ku ji Cindirêsê koçber bûye, derbarê rewşa bajarokê xwe de ji Rûdawê re got, “Em di otomobîlan de radikevin, ji ber erdhejê xaniyê me xerab bû. Em nikarin vegerin hundir ji ber ku em ditirsin ku di her erdhejeke din de xanî bi ser me de hilweşe. Rewşa me ev e; Em li ser peyarê an jî di erebeyê de dimînin. Ez û malbata xwe daketin kolanan.”

09-02-2023 2

09-02-2023 3

09-02-2023 4

09-02-2023 5

09-02-2023 6

09-02-2023 7

09-02-2023 8

09-02-2023 9

09-02-2023 10

09-02-2023 11

09-02-2023 12

Çavkanî: Rudaw

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir