Çirka ava kaniya zelal: Xezala binxetê

.

Elîf Gûn

Xezal ji xêncî nav, di çîrokê de naxuye. Her tişt li ser navê wê hatiye avakirin. Tenê em bi xweşikbûna wê, safbûna wê, başbûna wê dizanin. Lewma Xezal pir qels û pasif e di çîrokê de.

Loqman Polat di sala 1956an de li navçeya Licêyê ya girêdayî Amedê hatiye dine. Ew berî sala 1980yî çend caran ji aliyê dewletê ve hatiye girtin û dûv re jî hat berdan. Ji sala 1984an û vir ve li Swêdê dimîne. Kovara “Helwest”ê derxist û di rêveberiya kovara Hêviya Gel de xebitî. Di gelek kovar û rojnameyên kurdî de nivîsên wî belav bûn. Li Swêdê dest bi nivîsandina çîrokan kir. Gelek çîrokên wî di rojname û kovarên cihê de hatin weşandin (Polat, 2004). Azad Avcî di malpera Çandnameyê de ji bo pirtûka Loqman Polat ya bi navê Gulîzer, mijar û naveroka çîrokan wiha rave dike: Pirtûkek nû, ku ji çîrokan pêk tê, ku her çîrokek mîna çirka ava kaniya zelal diherikîne, li ser behra wêjeya kurdî mîna dilopekê niqitand.

Loqman Polat li hemberî neaxaftin û nenivîsandin, herwiha nebikaranîna zimanê kurdî şerekî gelek xurt li darxistiye. Ji ber ku asîmîlasyoneke ku leza wê roj bi roj lezgîntir dibe û hikmekî neheq û ne mirovahî peyda kiriye, heye. Di çîrokên nivîskarî de ev wekî problemekî komînîkasyonê her tim xwe mîna tiştekî pir girîng û pirsgirêkeke sereke li ber çavan radixe. Eva tîpa yekemîn ya herî balkêş e. Ya duyemîn jî ew e ku, dîsa bi rewşa ziman ve gelek têkîldar e, ew jî di rasteqîniya dilînên neteweyî û lehengên wî nin. Ya sêyemîn jî eşq û evîndarî ye. Her çi qas Azad Avcî ji bo Loqman Polat tu rexneyên tûj neke jî lêbelê nermbûn û veşartina hin tiştan di vê nivîsê de heye. Pirtûk ji aliyê weşanxaneya Helwestê ve tê weşandin. Dema ku em li berga pêşîn ya pirtûk dinhêrin wêneyekî çekdarekî, tivinga wî li ser milê wî, ew li pêş dimeşe ber bi çiya û newalan ve diçe. Di bergê de pêşî mêr û piştre jin dixuye. Her çi qas jin wekî jineke azad, bihêz bixuye jî di çîrokan nivîskarî de tenê wek fantazî cih girtîne. Jin ji aliyê cinsî ve hatiye teswîrkirin. Wekî di wêneyê bergê de dixuye, jin piştî mêr dixuyin an bi mêrekî ve hatine xuyakirin. 

Xezala Binxetê çîroka yekem ya vê pirtûkê ye. Lehenga çîrokê ya jin Xezal e. Ew bi yekî welatparêz re dizewice. Demekê bi hev re dimînin paşê ji hev vediqetin. Gelek sal di ser derbas dibe, rojekê mêrê wê bi nexweşiyeke bêderman dikeve. Her çi dibe dilê Xezalê bi wî dişewite. Dîsa jî li hemberî wî baş e û tu xerabiyan nafikire û çîrok wisa diqede. Nivîskar, lehenga xwe ya jin Xezalê di nava eşqeka platonik de teswîr dike. Xezala Binxetê, mêr û jin, çalak û pasîf ji bo mebesta cinsî, di navbera mijar û tiştê û xwestinê de ye. Her gav ev tişt têkçûneke potansiyelî de nîşan dide. Ev nûnertiya cinsî ya subjektîf (mêr an jin) di pêvajoya hebûnê de û bêyî vê nûnertiyê li wê derê tune, her xeyalek li pişt wê derewek dî yê ku tenê hejmareke bi sînor vedibêje. Em dikarin bêjin ku jin ji pergala direve yan winda dibe. 

Di çîroka Xezala Binxetê de Xezal ji aliyê mêrekî şoreşger ve te xapandin. Nivîskar serboriyê wî yên ku beriya bi Xezalê re bizewice tîne ziman. Tespîteke muhîm ya femînîzmê ew e ku jin bi mecburî di zimanekî ku ji hêla mêran ve hatiye çêkirin de dijîn. Vebêjer, di çîroka behsa lehengeke jin wisa dike ku kirinên mêran di hişmendeyeke mêranê hatine qebûlkirin. Vebêjer, lehenga çîrokê ya jin yanî Xezal bi zimanekî baviksalarî tîne ziman. Di vê çarçoveyê de, gotina ku dilsoz û rûmetê bi du awayan tê fahm kirin: Pêşîn jin, ji malbat û hevjînên xwe re dilsoz in wekî ku nivîskar van li ser Xezalê bar dike, ji ber vê yekê ye ku ew bi rûmet in. Ya duyemîn jî, di avahiya sosyolojik ya baviksalar de rûmet û dilsoz tenê ji jinan hêvî dikin. Em vê rasterast di civaka ku Xezal tê de dijî, dibînin. Herwiha mijara rexneyê tê çêkirin. Têgîna “xîret” tê vê wateyê ku dilsoz tenê ji jinan re ye. Ev bi nêzikbûna nivîskar, bi lehengê xwe re têkildar e. Bêguman têgihiştina “bedewiyê” û “xweşîkî” û “xweş û xweşandî” û ew bi “paqijbûna” lehenga jin Xezalê ve girêdayiye. Ji ber vê yekê, bedewiya fîzîkî, yek jê xwezayî ye, ya din jî ji aliyê mêran ve xweş tê çêkirin. Ango taybetiyek e ku paşê dikare were girtin. Dikare bête gotin, ji vê hêlê ve di teoriya femînîst de “jinek zer nabe, li vir jineke nezan heye” û awaza ku vegotinê wekî rengekê jinê di nav xwe de digihîne û xwediyê cihekî girîng jê vediqete. Pêşîn di çîrokê de jin afirînerek e ku ji hezkirinê ve were afirandin. “Ya duyemîn jî jin, her tiştê wê hezkirin û dilovaniyê ye. Her çi hatibe serê Xezalê ji destê mêr hatiye serê wê lê dîsa jî dilê wê bi wî dişewite, bi awayekî baş li hemberî disekine. Em dikarin di vê çarçoveyê de wisa nîqaş bikin. Ji ber ku, li gor mêran, jin her du jî ne. Yanî jin diyar dike ku ew wekî hevparê jiyana aştiyane ne. 

Em dikarin bibêjin ku xweşikbûna lehenga jin, Xezalê xweşikbûna jinan di feraseta mêran de xwedan wateyeke holîstîk e. Herwiha nivîskar li ser tiştekî radiweste. Dibêje ku jin dema ku mezin bûn kirasekî sipî li xwe dikin, paşê bi mêrekî baş re dizewice herweha digihijê miradên xwe. Loma civaka baviksalarî jinan di pergala xwe de wisa perwerde dikin. Xezal, divê di malê de kar û xizmetan mêran pêk bîne û nivîskarî qet behsa ked û heqdesta jinê nekiriye. Ev mêtin ji aliyê civaka baviksalar de çend piralî û pirrehend e ku hem mêtineke laşî hem jî mêtineke giyanê ye. Ka bê ji ber çiye jin di nav ew qas mêtina mêrî tu caran nabe sedema neyîniyên ku di nava malê de diqewimin. Lewma nivîskar di çîrokê de behsa neheqiyekê dike lêbelê ev neheqî tenê ev e: Ji aliyê mêr ve tê xapandin. Berhemên çandî wekî dîmen di hundirê wêneyan de têne pêşkêşkirin, da ku bi xwezayî ji wan re bêne tewandin û ew jî ji aliyê nirxên civakê ve hatine tunekirin. Lê polarbûna cinsî ya bingehîn ya çandê bêbersiv dimîne.

Di dawiyê de, wateya ku di van wêneyan de cih digirin ne alavek, nerazîbûn, an jî perçeyek e fikirî ku; lê çi şekil an kesayetiya cinsî tune-têgeha tekstnasî ji psîkoanalîzê û teoriya wêjeyê vekişiya ye, lêbelê piştevaniya sereke û piştevaniya vê konseptê ye ji binavkirina zayenda ku peyda dike tune. Ji ber vê yekê femînîzm bi pirsgirêka lêgerînê ve mijûl dibe, bi vegera vê teoriyê, wêneyê nêr-mê ya ku her wêneyek tête bê kêmasî xizmeta rizgariyê dike. Dikare cewherê taybetî û tixûbbar ên nanokiya wê binixumîne. Ji bo vê bi hêsantir bin, jin ku ew li bendê ne ku kêmasî xuya bikin û dîmeneke bêhempe ji cîhanê re pêşkêş bikin; ew jî gava ku bi cudabûnê re rûbirû dimînin mîna Xezalê ne. Ji bo zilam ne ku ji nîşanên kêmbûnê dûr bixe. Em dizanin ku ew peyda dike. Di vê rewşê de, rewşa xeyalî ya jinê rengekê dîtbarî yê girîngiya “wêneyên jinan” bi aboriyê ve girêdayiye. Berhemên wekî dîmen di nav wêneyan de têne pêşkêşkirin, da ku ew bi xwezayi bibin ji bo nirxên neyên qewitandin têne armanckirin. Lê polarbûna cinsî ya bingehîn ya çandê bêbersiv dibîne. “Pirsên li ser çi/çi bû sedema tundiya jinê, çiqas “mêran”, “kevneşopî”, “avahiya baviksalarî” û hwd. di têgehan de lihevkirinekê peyda dike. Nivîskar bi lehenga xwe ya jin Xezalê re jinê, îro ew qeweta xwe bi bêedaletî, navîn û bindestiya fermana baviksalarî ve girêdide. Girêdana jinan ya li ser mêran di wateya sosyolojik de qanûnî ye. Ji nêrîna mê di avabûna civakî ya baviksalar ya ku şekil girtî de, jin her ku diçe ji navendê dûr dibin û destnîşan dike ku ew maye. 

Ji bo kontrolkirina zayenda jinê, şêwazên cihêreng ên pergala baviksalarî jî hene. Ew dê sûd be ku meriv nêzîkî stereotipên Virgîniyê ku wê di bin navê zanistî de bilav kiribû. Pirsgirêk ew e ku her çand ew mîna laşekê jinan xuya dike, ew ne laşekê jinan e. Awayên ku pergala baviksalarî cezayan li ser laş ferz dike. Pergala baviksalarî, cezakirina li ser laşê jinê wek yek jinavçêkirinê û keça ku ne bi destê welatparêziyê, ji aliyê din ve, cinsên takekes ên mêr têne ceribandin. Fonksiyonên wekî xuyanakirina nêritiyê ye. Di nav civakên paşvemayi de wekî du pirsgirêkên berfê ten tespîtkirin; di wateya ku ew “Xwedaneke nebawer” e, derewan û xapînokeke serbaz e. Ji aliyekî din ve, ji ber ku laşê jinê û bi taybetî derziyê naye zanîn, xwînrê wê jî li ber çav e. Gava ku were girtin, ew nîşanek xirabiyeke nenas “ciyawaz” be... Dema ku ew di bûyera vekirî de sembolî ye, di pir eşîran de, xwediyê jinê xwedan e. Gundê ku xwediyê wê ye, dibêje ku ew dikare di vê “şerî” de biserkeve û xeterên nediyar bişopîne. Û ji tirsa ku ew dê nikaribe xwînê birijîne, wê bi kesekî ji koma mêrên kal re jî kir û çep e. Em dibînin ku Freud di çarçoveya sazûmana xwe de domdarî jinan dike. Mirovan arguman kir ku hemû ceribandinên kevneşoperestiyê yên bi penîsê wî re, Freud yek ji awayên pejirandina hêza bav û mêr di fermana baviksalarî de bi “şikestin”, destnîşan dike ku bi penîsê re evîneke heye. Virginbûn modeyên bi lêkerên xwerû yên ji bo jinan hatine paqijkirin. Ên wekî paqijbûn, bêsûc, bêteqilandin û masûmbûn. Ji bo ku mêr heya jina pênexin, nehêlin bibînin ku ew tenê hatine dorpeçkirin û ku jinên wan ji vê lîstikê zahf têne xapandin ne gengaz e. 

Windakirina virgîştiyê û hilweşînek e. Rexneya femînîst li ser nêrîna perdeya keçaniyê ku civaka baviksalarî li ser jinê kiriye bar hêncet, exlaq û wekî paqijiya jinê dixuye. Ji bo vê perdeyê gelek rûdanên diltezîn an ne perdeyê, wî ramanî pûç dibîne ku wê li ser jinan dikine merca namus û paqijiyê. Tevgera jinên femînîst ger civak dev ji vê nêrîna xwe berde û bi çavekî din li jinê binhêre wekî ku jinê ne bi tenê perdeya keçîniyê, bi paqijiya dilî li jinê binihêre ev pirsgirêk wê ji holê rabe. Xezal, dema ku bi mêrekî re bizewice û pê re razê digihişê miradê xwe. Herwiha bakîretiya xwe dide hezkiriyê xwe. Vebêjerê çîrokê tiştekê wisa li ser jinê bar dike, em têdigihîjin ku hişmendiya wî hişmediyeke baviksalariyê ye. Vebêjer çawa xwestiye jin wisa tevgeriya, jiyana lehenga xwe li gor hişmendiya xwe afirandiye. 

Di çîrokê nivîskar, lehenga xwe jin Xezalê bi hiş û çand ji mêran re û laş û xwezayê ji jinan re ye vedibêje ku ew hatiye afirandin. Herweha laşê mêrkujê jin dema ku mirov hilberên çandî yên nemir diafirîne. Mêran di navbera mirovan û Xwedê de têkilî danîne. Tiştên ku pêşkêş dikin hene, jin tenê bi destê mêran dikare bigihîje Xwedê. Polat, li ser Xezalê fantaziyeke mêranê ava kiriye. Çawa xwestibe, Xezal wisa tevgeriyaye. Loma nivîskar mafê gotin û tevgerekê nedaye lehenga xwe. Fantaziya xwe bi rêya Xezalê ve pêk aniye û herwiha Xezal jî bûye amûreke cinsî ji bo mêran. Nivîskar dîtin û ramanên xwe bi jineke welatparêz, kurdewar ve dixwaze bide nîşandan. Em hişmendiya nivîskar û ramanên wî yên li hemberî jinê, welatparêziyê, şoreşgeriyê, kurdewariya wî dibînin. Li gor gotina vebêjer, civaka me paşdemayî ye. Lewre Xezal diçe saziyên neteweyî ji bo xwe bi pêş ve bibe. Eger bes neke xwe bi pêş ve bibe hingî belkî îxaneta hezkiriyê xwe jibîr bike. Lêbelê vebêjer paşdemayina jinê, bi xapandina mêrekî ve dide nîşandan. Nivîskar, lehenga xwe ya jin ew qas pasîf afirandiye ku tenê wek dixuye.

Loqman Polat, ji vegotina bûyeran û ji rewşa jinê bêhtir xwestiyê fikir û nirxandinên xwe yên li ser bekâret û îffeta jinê bîne zimên. Dema ku em nirxandinên nivîskar yên li ser mêran dinhêrin bi belemperî siyasî ne. Herwiha helwêstên wî li ser jinê jî bi wêdetir li ser pirsgirêkên jinê ranewestiyaye. Tenê behsa Xezal û hezkiriyê wê kiriye. Lewre bûyerên hatine serê her du hezkiriyan, ji me re tenê behsa serboriyên wan kiriye. Polat, girîngî nedayê xusûsiyetên lehenga xwe ya jin, pasîf hatiye hiştin û nivîskar girîngî nedaye taybetmediyên naskirina lehenga xwe ya jin. Di vê çîroka ku li ser lehenga jin hatiye barkirin de alegoriyeke qerfî heye. Herwisa vebêjer her çi qas xwestibe nirxên hukimdariya mêran biguhêrîne jî lêbelê di rastiya jiyana lehenga jin, Xezal de hukimdariya mêranê her didome û qet neguhêriye. Em dikarin bibêjin ku di rastiyê de pergala baviksalarî di cihê xwe de maye. Vebêjer, ji lehenga jin a di çîrokê de dixwaze tevgerên xwe şêweya civaka di pêşerojê de xwestiye, karîturîze bike. Xezal wekî lehengeke îdealîzî derdikeve pêş me. Vebêjer, lehenga jin ya di çîrokê de, Xezalê wekî lehengeke xurt nîşan nedaye û temam nekiriye.

Xezal ji xêncî nav, di çîrokê de naxuye. Her tişt li ser navê wê hatiye avakirin. Tenê em bi xweşikbûna wê, safbûna wê, başbûna wê dizanin. Lewma Xezal pir qels û pasif e di çîrokê de. Ji xencî pasîfbûn û erotîzmeke hişk, gelekî qels tevlî têkîliyekê û evînekê bûye. Jê pê de em Xezalê bi gotinên nivîskar nas dikin. Nivîskar, mafê tevgerê û axaftinê nedaye lehenga xwe. Erotîzma di çîrokê de ku bi pevyên wek “şeva zifafê û bekâret” ve hatiye sînorkirin. Ji ber vê ye ku erotîzma çîrokê li ser van peyvan hatine avakirin. Ev peyv wekî îmaj, tenê di serê zilaman de heye. Nivîskar, di vê çîrokê de jinên li ser têgahan ava kiriye: Keçanî (bekâret), di heman demê de namus û têgehên îfetî. Jin di çîrokê de girêdayî exlaq û bekâretê ye. Heger jin bi exlaq be û keçaniya wê hebe, hingî bi qîmet dixuye. Di vê çîrokê de mêrxasiya jinê bi wê re ye, tê dîtin ku têgînên rûmet û xapînok têne ronîkirin. Di çîrokê de jin exlaq û cewhera xwe ya ji ber ku ew qas bi nirx e, tête hesibandin. Jin, di jiyan û têkiliyên civakî de baldar in. Ew divê zindî bimîne nirxên xwestî yên wekî moralê, dirûtî û paqijiyê. Têkiliya di navbera “rûmet-parastînê û virgîbûnê” de di çîrokê de diyar dike ku jin li ser wan fonksiyonekê wê heye û ew tê diyarkirin. Polat, di mezadê de cihê ku ramanên xwe li ser Virjîniyê ava kir, ji hêla diyalogê qehremanî xwe ve hat. Di çîrokê de lehenga jin Xezal, jiyana kevneşop-baviksalarî dijî û ew di nav sînorên ku ji ber şopa wî de hatine destnîşankirin, dimîne.

Çavkanî: Gazete Duvar

Kurdistan Haberleri

Edebiyat û reşbînî
Ji bo Hevşaredara Dêrsimê biryara desteserkirinê hat dayîn
Ciwanekî Kurd ê Êzidî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin
AK Partî: Di destûra nû de mafê zimanê dayikê û efûya giştî tune ye
'Hewlêr û Bexdayê li hev kirine, hinardeya petrolê di nêz de dest pê dike'