Li gora nûçeyên medyayê, Hikumeta Kurdistana Federe jiber şewitandina Quranê, Swêd protesto kiriye û nunertîya xwe ya Swêd girtîye.
Çaxê min ev nüçe bihîst hema yekser ev gotin ji deve min derget:
"Tew tew mala minê... we dinya fetih kir"
Bi rastî di vê derheqêde meriv kare gelek tiştan beje û binivîs e. Lê min got ne hewceyî gotina zede ye. Hema ev pêkanoka li jêr bese.
Tê gotin ku Behlûl du xet erd cotkiriye û gotîye xetek ji xwedê re, yek jî ji minre ye.
Di herdu xetê cot de zebeş diçîne.
Dem tê zebeş şîn dibin û mezindibin. Lê zebeşên alîyê Xwedê pir geş û mezinin, ên alê Behlül hurik û bê tamin.
Behlûl, her roja ku diçe ser çandinîya xwe, çavê wî li zebeşên Xwedê dikevin û dixwaze zebeşekî jêke. Rojekê di rabe destê xwe bi jorda dike û ji xwedê daxwaz dike;
"Ya xwedayê mezin, bi izna te ezê ji xeta te zebeşekî jêbikim. Hêvî dikim tu limin helal bikî."
Çawa destê xwe tavêje zebeş û jêdike, bi dest xwere li ezmana ewrên reş peyde dibin û dibe gurgura wan. Berf, baran, bahoz... Dûre jî teyrokên qasi kevire dibarin.
Behlûl bi bez direve, dikeve mizgevtê. Di devê derî dê di sekine, li ezmana dinere û wiha dibêje:
"Aha ez ketim mala te. Ma tu ji bo zebeşekî mala xwe xeranakî?"
Di kuncika mizgevtê de Yekî kor, külek û wechê wî qebîh dengê wî dike û bi hêrs wiha dibêje:
"Behlûl te aqilê xwe xwarîye, ev çi gotinin, tu dikevî kufrê."
Li ser vê gotinê Behlûl lê vedigere û wiha dibêje:
"De here korê heram. Çav ji te standîye, lingê te seqet kiriye û di serde jî wechekî qebîh daye te û tu hêji liser dixeyîdî û wî diparêzî..."
De îcar şîrova ji we...
Tenê ez vê bejim: Ev protesto ne karekî aqilane ye.