Arafat Yaz: Şikefta Hezretê Yunis dikare sûdeke mezin bide geştiyariya olî ya Diyarbekirê.
Bircên Diyarbekirê ji jor ve dişibe masî mertalekê û di Qurana Pîroz de jî tê gotin ku Hezretê Yunis di zikê masiyekê de jiyaye. Dîroknas Aarafat Yaz li ser vê yekê gotarek nivîsiye û amaje dike ku ev tesadufên hanê û mayîna Hezretê Yunis li Diyarbekirê dikare sudeke mezin bide geştiyariya olî ya Diyarbekirê.
Bircên Diyarbekirê ên navdar û dîrokî ji gelek aliyan ve bala dîroknasan dikêşe û çîrokên balkêş di nava xwe de dihewîne û yek ji wan ew e ku Bircên Diyarbekir ji jor ve dişibe masî mertalekê û di biniya bircan de jî şikeftek bi navê Şikefta Hezretê Yunis heye. Li gorî Kurana Pîroz Hezretê Yunis ji aliyê masiyekê ve hatiye daqurtan û 3 rojan zikê masî de maye. Di seyahetnameya Ewliya Çelebî de jî tê gotin ku Hezretê Yunis 7 salan li Diyarbekirê jiyaye. Dîroknas Doktor Arafat Yaz jî li ser vê mijarê lêkolînek kiriye û dibêje ev mijara ku gelek tesadufên balkêş tîne cem hev dikare sudeke mezin bide geştiyariya olî ya Diyarbekir.
Dîroknas Doktor Arafat Yaz ji K24ê re got: “Ewliya Çelebî dibêje Nebî Yunis beriya mîladê di qerna 7an de ji Musilê hatiye Diyarbekir û li Diyarbekir maye. Melîkeya wê demê bawerî bi Nebî Yunis aniye û Nebî Yunis li vê şikeftê maye. Hem teybetmendiya masîmertalê heye , hem şikefta Hezretê Yunis li vir e, hem kitêba pîroz de tê gotin Hezretê Yunis ji aliyê masî ve hatiye xwarin. Ev teybetmendî dema tên cem hev dê bala mirovan bikêşe.”
Heke mirov Bircên Diyarbekirê wek masîmertalekê bifikire Şikefta Hezretê Yunis rastî devê masîmertalê tê ku daqurtandina Hezretê Yunis ya ji aliyê masîmertalê ve vê tesaduf balkêştir dike. Hezretê Yunis beriya zayînê di qerna 8. de li Paytexta Asuriyan li Nînovayê jiyaye lê Bircên Diyarbekir demên curbecur de hatine avakirin. Gelo ev tesaduf e û yên Bircên Diyarbekir ava kirine hay ji vê çîrokê mane. Doktor Aarafat Yaz dibêje ev rewş tesadufek mezin, balkêş û watdar e lê ew bawer nake ku bi zanebûn hatibe çêkirin.
Doktor Arafat Yaz dibêje: “Berê masîmertalê li Dîcleyê ye û mirov dibêje qey masî ji Dîcleyê avê vedixwe, cihê ku devê masiyê lê ye jî şikefta Hezretê Yunis heye, ava Çemê Dîcle jî ber devê masiyê re digere ku Baxê Hewselê jî li wê derê ye. Teqez ev tesaduf e. Çavê masiyê Huriyan çêkiriye, pozê masiyê Merwaniyan çêkiriye, serê masiyê Bîzansî û Osmaniyan çêkiriye, qarçika masî Merwaniyan çêkiriye, qemça masî Artukiyan çêkiriye, zik û pişta masiyê Bîzansiyan çêkiriye. Her yek jê jî di demên cuda de hatine çêkirin.”
Şikefta Hezretê Yunis dikeve aliyê jêra Mizgefta Hezretê Silêman û li raserê Baxên Hewselê li kêleka Çemê Dîcle ye ku pispor balê dikêşin ku mîratek dîrokî ya girîng e. Lê Doktor Arafat Yaz dibêje divê demildest xebat werin kirin da ku pêşî li hilweşîne şikeftê were girtin û ji xwe beşek mezin ê şikeftê hilweşiyaye.