Çîrokeke Yilmaz Guney derket holê: Hiltan

.

Çîrokeke Yilmaz Guney a ku heta niha nedihat zanîn derket holê.

Çîroka bi navê 'Hiltan' sala 1956an bi navê Yilmaz Putun hatiye weşandin.

Çîroka Yilmaz Guney ku heta îro nedihat zanîn û di pirtûkên wî de cih negirtibû ji aliyê lêkolerekî ve hat dîtin.

Lêkoler Hakan Merîçê ku li parêzgeha Edîrneyê ya Tirkiyeyê dijî, çîroka bi navê 'Hiltan' (Cureyê giyayekî) ku Yilmaz Guney di 19 saliya xwe de nivîsandiye parve kir.

Kovara Çand, Huner û Wêjeyê ya Guneyê ragihand ku Hakan Merîç çîrok ji wan re şandiye.

Hat diyarkirin ku çîrokê di cilda 12emîn a hejmara 59an a Kovara Çîrokên Bijarte de cih girtiye.

Kurdistan Haberleri

Netanyahu: Ez dê destûrê nedim ku Îran çekên nukleerî bi dest bixe
Rûsya û Ukraynayê dîl bi hev guhertin
Ehmed Şer bi endamekî Kongreya Amerîkayê re civiya
Bafil Talebanî: Balafir û dronên Tirkiyê nahêlin PKK kongreya xwe fesihkirinê li dar bixe
Baroya Diyarbekirê giliyê HTŞê li Dadgeha Cezayê û NY kir