Çirûskên şerê Îsraîl û Hamasê ber bi  welatê me jî dipejiqin

MB Boskan

MB Boskan

Ji 7 cotmehê ve şerê navbera Hamas û Îsraîlê ku bi êrîşkarîyek terorîstî ya Hamas ê dest pê kir. Paşê jî dewleta Îsraîl bi haweyek gelek  dijwar êrîş bir ser Xezayê ve (çi deverên çekdar çi bingehên svîl) kir armanc. Ev şerê Îsraîl û Hamasê her ku diçe geştir dibe.

Bêguman her şer bi êş, xwîn, girî û wêrankirine. Lê şerê ku bi gijkirin û hêvîyên dervayê xwe bin malkambaxtir in. Xwanê ye ev şer jî, ji Filistinîyan wêdetir xwesteka Komara Îslamîya Îranê bû. Ji xwe dijberîtîya dînî ya îslamî û cûhîyan bûye nakokîya herî mezin ya Filistîn û Îsraîl. Ne ji ber vê dijberîtîya dînî bûna çareserîya pirsgirêkên Îsraîl û Filistînê wê gelek asantir bûna.

Wekî din ji derveyî Îsraîl û Filistînê piştgir û alîgirên wan gelekin û xwurtin. Heta derekî meriv dikare bêje ku çareserî li hesabê van piştgiran nayê.

Bêguman livir armanca min ne ewe ku demajoya pirsgirêka navbera wan bînim ziman. Tenê ez bawerdikim ku pêxistina vî şerê dawî ya Îsraîl û Hemasê bi xwestek û emrê Komara Îslamî ya Îranê destpê kirîye.

Bêguman gava bûyerekî piçûk yan mezin çêdibe yên derdorê têkildar bin yan jî netêkildar bin li gora berjewendîyên xwe li bûyerê mêze dikin û li gora wê tevdigerin.

Livir jî derdorê helwesta xwe zelal kirin; Di serî de Îran, Sûrî, Iraq, Tirkîyê û hinekî dewletên busulman tevî Rusya vekirî bûn palpiştê Hamasê û Emerîka Yekbûyî, Îngilistan, Ewropa bûn palpiştê Îsraîl.

Emerîka hêzên xwe yên behrê kişandin Rojhilatê Behra Naverast (sipî), ji xwe bingehê leşkerî ya Emerîka li derdorê têra xwe ji berê de hene. Îran her diçe hêzên xwe yên li Sûrîyê û hêzên bi wê ve girêdayî yên li herêmê dixe nav çalakîyan.

Îsraîl deverên ku hêzên Îranê lênin deverên Sûrîyê û Lubnanê dike armanc.

Herweha ji ber vê rewşê xwanê ye ku Rusya û Emerîka li herêmê li dû parvekirinek nû bikevin.

Van çirûskên şer dikare çi bandor û encam bîne ber derîyê me kurdan? Ji bona me jî ev girîng e!

Li Kurdistanê yek dewletek me ya Federe heye, li Başûrêrojava yê Kurdistanê jî tevî rewşa kambax ya Efrîn serêkanîyê û deverên din jî hêvîya firebûnên destketinên heyî  hene.

Lê çend sal berê li ser kuştina Qasimî Parlamentoya Iraqê biryar girt ku: Hêzên Emerîka Yekbûyî ji Iraqê  were derkirin. Herçend biryar nehat cî, êrîşên ser baregehên hêzên Emerîka û hevpeymanan destpêkirin û îro li ser şerê Îsraîl û Hamasê ev êrîş xwurttir dibin. Van êrîşan ne tenê li Îraqê li Sûrîyê jî domdar in. Van êrîşên dawî peşkên çrûskên vî şerînin.

Ji ber ku piranîya erebên Îraqê mezheb Şîenin, bêguman desttêwerdana Emerîka ya li Îraqê bandora Dewleta Îslamî ya Îranê li Iraqê xwurttir kir. Şîe yên ser bi Îranê vekirî daxwaza derkirina hêzên Hevpeymanan ji Îraqê dikin. Niha Sedr ku hêzek Şîeyê xwurt e, ser bi Îranê jî nine, daxwaza girtina konsolên Emerîka dike.

Dibe ku Îraq, bi gurbûnîya vî şerî, ji hemî alîyên ve bixwazin Emerîkîyan ji Îraqê derxin. Her weha Tirkîyê jî dixwaze Emerîka him ji Îraqê û him ji Sûrîyê vekişin. Ev Xwestek Ya Tirkîyê, Îran û Sûrîyê tevî piranîya desthilatdarên Îraqê ye. Bêguman ev daxwaza Rûsa ye jî û ji bona parvekirina nû ya herêmê jî li gora daxwaza Rûsya ye.

Emerîka gava mecbûr bibe du rê li ber dimîne: Ya  wê mecbûrê vekişîna hêzên xwe bike ji Îraq û Sûrîyê ku ev hundakirinek pir mezin dibe ji bona wan. Yan jî hêzên xwe li Kurdistanê xwurt bike mecbûrê parastin û avakirina Kurdistanê bibe.

Eger ji van her du rêyan yek pêkwere kîjan be jî bandorekî gelekî mezin li ser welatê me dike. Ya emê têkevin ber dev û lepên gurên derdorê (Îran, Tirkîyê, Îraq, Sûrîyê), yan jî firetir û azadtir bin.