Navenda Nûçeyan - Ev demek e li Rojavaya Kurdistanê di nav partîyên sîyasî yên Kurd de hîn danûstandinên yekrêzîya Kurd pêk hatin. Di serî de alîyên ENKS û TEV-DEMê qonaxa yekemîn bi serkeftî dan meşandin.
Yekrêzîya Kurd ya li Rojavayê Kurdistanê di demeke kurt de deng veda û piştgirîya hemû gel, sîyasetmedar, hunermend, rewşenbîr , komelên sivîl ên Kurd û Kurdistanî hilgirt.
Yek ji van piştgîrîyan ji civaka Kurd a li Ewropayê hat. Civaka Kurd di darbarê vê mijarê de daxuyanîyek belav kir.
Daxuyanî wiha ye:
Em bangî hemû Kurdistanîyên li Avrupa û yên li hemû Cihanê, Komelên sivîl, Partîyên sîyasi, şexsîyet û hûnermendên kurd û Kurdistanê dikin, werin em hemû bihevrê piştevanîyê li pêngavên yekrêzîya alîyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bikin û hewlên wan ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd li Sûrîyê berdewam in.
Loma ji divê em hemû alîyên Kurdîstanî piştgirîya yekrêzîyê li rojavayê Kurdistanê bikin ku yek rêzîya nav mala kurdî werê demezrandin!
ji bona hevîyên gelê me carêk din neyên şikestin û ji bona Birina Şengal Efrîn, Girê Spî û Serê Kanîyê ye, were derman kirin û êşa gelê me were kêm kirin û derman kirin ji bo kû gelê kurd bi avaye ki ser bilind li ser axa xwe jîyana xwe bakaribê bidominê û hevîya gelê me Kurdistanê geş bike , em carek din hêvî dikin qonaxa duyem a danûstandinan ji alîyê TEV-DEM û ENKS tê meşandin û bi başdar bûn û bi piştgirîya Partîyên serekê û hezên din re jî werê xurt kirin da kû hêvi û daxwazên gelê Kurdistanê werin geş kirin.
Loma jî em carek din dibêjin hemû Kurdistanîyên li Avrupa û yên li hemû Cihanê, Komelên sivîl, Partîyên sîyasi, şexsîyet û hûnermendên kurd û Kurdistanê dikin, werin em hemû bihevrê piştevanîyê li pêngavên yekrêzîya alîyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bikin û hemû daxwazên xwe bi dengekî bilind bigihînin Rojavayê Kurdistanê, daku qonaxa duyemîn gotûbêjan bi serkeftî werin encamdan û ji bo yek helwestî û yekrêzî ya nav mala kurdî were damezrandin.
Ev yek wê bibe havanê rizgarbûnê û wê bibe dermanê birîna Şengal Efrîn, Girê Spî û Serê Kanîyê ye û yek helwestî û yekrêzî çareserî ye, ku gelê Kurd bi serbilindî bijî û dubare tûşî bêhêvî û reşbînî yê nebe, ku hêvî û armancên gelê Kurd û ev derfeta zêrînî ji dest xwe bernedin.
Civaka Kurd… Schweinfurt
06.06.2020