Civata Niştîmanî ya Goranê Dana Ehmed wekî Rêkxistinkerê Giştî yê Goranê hilbijart

.

- Rêkxistinkerê Giştî yê Bizava Goranê hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê wekî westgeheke giring a demokrasiyê ji bo Herêma Kurdisatnê û bizava Goranê bi nav kir û daxwaz ji tevaya organan kir ku bi dilgermî tevlî bangeşeya hilbijartinan bibin.

Rûniştina neasayî ya Civata Niştîmanî ya Bizava Goranê îro (Çarşem, 09.10.2024) bi tevlîbûna tevaya organan û endamên Civata Niştîmanî li mekoyê serekî yê Bizava Goranê li Silêmaniyê bi rê ve çû.

Piraniya endamên Civata Niştîmanî di wê civînê de bawerî bi Dana Ehmed Mecîd da, wekî Rêkxistinkerê Giştî yê Bizava Goranê. Ev jî piştî ku li roja 18ê Îlona îsal bi nivîsara fermî ya Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Îraqê, tevaya desthilatên rêkxistinî yên Bizava Goranê ji Omer Seyîd Elî bo Dana Ehmed Mecîd hatin veguhastin, ku desthilatên rêkxistinkerê giştî peyrew bike.

Rêkxistinkerê Giştî yê Bizava Goranê hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê wekî westgeheke giring a demokrasiyê ji bo Herêma Kurdisatnê û bizava Goranê bi nav kir û daxwaz ji tevaya organan kir bi dilgermî tevlî bangeşeya hilbijartinan bibin. 

Kurdistan Haberleri

Netanyahu: Ez dê destûrê nedim ku Îran çekên nukleerî bi dest bixe
Rûsya û Ukraynayê dîl bi hev guhertin
Ehmed Şer bi endamekî Kongreya Amerîkayê re civiya
Bafil Talebanî: Balafir û dronên Tirkiyê nahêlin PKK kongreya xwe fesihkirinê li dar bixe
Baroya Diyarbekirê giliyê HTŞê li Dadgeha Cezayê û NY kir