Civata Senatoran Bernivîsa Ser Vîrusa Korona Pejirand

Civata Senatoran bernivîsa ser têkoşîna dijî vîrusa korona ya pirtir ji 100 mîlyar dolar alîkarî dide, pejirand.

Navenda Nûçeyan - Bernivîs li hember 8 dengan bi 90 dengan hat qebûl kirin û bo îmzayê çû ber destê Serok Donald Trump.

Di bernivîsê de, testa vîrusa korona ya belaş, betlaneyên nexweşîyê yên bi destheq û alîkarîya dermanan heye.

Civata Nûneran ew bernivîs roja Şemîyê pejirandibû.

Qesira Sipî û Kongres ser paketeke din ya berfireh ya aborîyê danûstandinan didomînin.

Rêvebirîya Trump li ser Kongresê zextê çêdike ku paketa alîkarîyê ya 1 trîlyon demûdest bipejirîne.

Dengê Amerîka

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e