Civata Wezarî ya Aborî ya Îraqê bi Serokatiya Fuad Hisên civiya

.

 Civata Wezarî ya Aborî ya Îraqê civiya, biryar e sibe ew civat bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re jî bicive.

Civata Wezarî ya Aborî ya Îraqê Îro (În, 06.09.2024) bi Serokatiya Wezîrê Dervey ê Îraqê Fuad Hisên civiya, û biryar e sibe ew civat li bajarê Hewlêrê bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî û endamên kabîneya wî re jî bicive.

Biryar e di civîna sibe de behsa pirsên hevpar ên navbera Hewlêr û Bexdayê bê kirin, pêxemetî arêşeyên darayî.

Li roja Çarşemê, 04.09.2024, di rûniştina Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê de danûstandin li ser amadekariyên lidarxistina civîna taybet a Civata Wezarî ya Aborî ya Federal hatin kirin, ku li Hewlêrê bi rê ve diçe û girêdayî dozên helawîstî yên navbera wezaretên her du aliyan dibe.

Di ragehandina Civata Wezîran de hatiye, “Tevî pêşwaziya germ a Civata Wezîran li lidarxistina vê civînê li Hewlêrê, di eynî demê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê vê civînê wekî derfeteke pirbiha dibîne ji bo ku ji nêz ve û rû bi rû wezîrên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê danûstandinên cidî li ser dozên helawîstî yên navbera her du aliyan bikin, ku heta niha di tevaya war û kertan de nehatine çarekirin.”

K24 

Kurdistan Haberleri

Kurdekî Sunî bû Parêzgarê Sineyê
Ebdulrehman Apo: Çekdar gefa destdirêjiyê li jinên Kurd dixwin
Ji Seroka Parlamentoya Ewropayê peyama piştevaniyê bo salvegera ‘Şoreşa Jîna Emînî’
Şerefkendî, Rêberek bo demên dijvar
Rêveberiya Xweser li ser rewşa Efrînê bangî NYyê kir