Civîna Berfireh a Meclîsa PAKê li Amedê li dar ket

Civîna Berfireh a Meclîsa PAKê di rojên 24 û 25ê Mijdara 2018an de li Amedê li dar ket.

Di roja ewil a Civîna Meclîsa PAKê de, endamên eslî û yedek ên Meclisâ PAKê, nûnerên herêmên cuda yên li Kurdistanê û Tirkiyeyê û hinek endamên PAKê yên tesbîtkirî beşdarî civînê bûn.

Di civînê de xebata ku PAK û PSKyê ya ji bo bi namzedên serbixwe yên welatperwer û demokrat beşdarbûna hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2019an, bi berfirehî hate nirxandin. Herweha xisûsiyetên namzedan, bajar û navçeyên ku dê namzed bêne nîşandan û nexşerêya xebatên hilbijartinê hatin nirxandin. Meclîsa PAKê piştî nirxandinên piralî, biryar da ku, li gel PSKyê û wan partî û aliyên ku di hilbijartinan de dê bi hev re bixebitin, nexşerêya dawî bê tesbîtkirin.

Di roja duyemîn a Civîna Meclîsa PAKê de, rojev û rûdanên li Kurdistanê, Tirkiyeyê, herêmê û cîhanê hatin nirxandin. Di derbarê xebatên siyasî û rêxistinî yên PAKê de biryarên nû hatin girtin û bernameya xebatê ya ji bo rojên pêş de hate tesbîtkirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin