Civîna PDK û YNKê bidawî bû: 9ê Çileyê cardin dicivin

.

 Civîna şanda hevpar a teknîkî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) li bingeha Nivîsîngeha Siyasî ya YNKê li bajarê Hewlêrê bidawî bû.

Civîna herdu aliyan a li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê, îro 7ê Çileyê li demjimêr 13:30 dest pê kiribû.

Hate ragihandin ku civîna PDK û YNKê bidawî bûye û ji bo berdewama danûstandinên pêkanîna Kabîneya Dehem 9ê mehê roja Pêncşemê careke din her du şandên bilind ên PDK û YNKê li bingeha Nivîsîngeha Siyasî ya YNKê li bajarê Hewlêrê dicivin.

Di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê yên 20ê Cotmeha 2024an de, ji 100 kursiyên parlamentoyê PDKê 39 û YNKê jî 23 kursî bi dest xistibûn.

Kurdistan Haberleri

Mamosteya Kurdî li Sineyê 5 sal ceza xwar: ‘Fêrkirina Kurdî sûc e?’
Artêşa Tirkiyeyê li hin herêmên Kurdistanê belavokan davêje
Rûsyayê agirbest bi Ukraynayê re ragihand
Amerîkayê hişyariya gerûgeşta li Sûriyeyê da
Navê stada Fenerbahçeyê dê bibe 'Kobanî'