Berdevkê Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Semîr Hewramî ji K24ê re ragihand, piştî gihîştina Bexdayê, yekem civîna şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê û şanda hikûmeta ferdera hat kirin. Di civînê de guftûgo li ser pirsgirêkên di navbera her du aliyan hate kirin, bi taybet pirsa destkeftên darayî yên Herêma Kurdistanê û çawaniya bicihkirina wê di projeyasaya budceya giştî ya Iraqê bo sala 2021an de.
Got jî: “Di civînê de biryar hat dayîn, komîteyên taybetmend bên avakirin, ji bo guftûgoyan derbarê pirsên petrol û gazê, destkeftên darayî, eliktirîk, deriyên sînorî û qerzan de bikin.”
Berdevkê Cîgirê Serokê Hikûmetê diyar kir, tê çaverêkirin ev komîte têbîniyên pêdaçûn û guftûgoyan bixin ber destê şanda bilind a her du aliyan, ji bo rêkeftin li ser bê kirin.
Tekez kir jî, Hikûmeta Herêmê amadehiya xwe nîşan da, ji bo bi Hikûmeta Federalî re li ser pirsa dahatên petrol û gazê û dahatên deriyên sînorî rêk bikeve.