Di roja yekem de tenê gotûbêjên dualî û gotûbêjên welatên gerentor birêve çûn, Serokê şanda Rûsya bo Astana rexne li Hêzên Sûrya Demokratîk girtin û got: “60 hezar çekdarên HSD hene û bi piştevaniya asmanî ya Amerîka nikarin 1500 çekdarên DAIŞê bişkênin û ev yek jî cihê dilgiraniya welatên gerentor e.”
i serî de Şanderê taybet ê Neteweyên Yekbûyî Staffan De Mistura bi hemû şanda re cuda cuda civiya. Hevdêtinên şandên dewletên garantor û civînên wan ên bi şandên hikumeta Şamê û bi Opozîsyonê re jî li pişt deriyên girtî birêve çûn.
Pey re nûnerên dewletên garantor; Rûsya, Îran û Tirkiyê di bin serpereştiya Seffan De Mistur e de hatin cem hev.
Li gor daxuyaniya serokê şanda Rûsyayê Aleksandr Lavrentyev, di hevdîtinan de çalakkirina Komîsyona Destûra Nû ya Sûrî, pevguhastina dîlên şer, û rewşa Îdlîbê mijarên sereke bûn.
Serokê Şanda Rûsyayê Aleksandr Lavrentyev wiha got: “Li Îdlîbê zêdetir ji 15 hezar çekdarên Cehbet el Nusra hene. Lê em gelek hêvî dikin ku hêzên opozîsyona nerm dikarin bi serê xwe, aramiya wê herêma arîşedar dabîn bikin. Lê eger pêwîstî pê hebe, Rûsya û hêzên artêşa Sûrî jî dikarin her piştgîriya wan bikin."
Şanderê Rûsyayê ragihand, ku bi saya proseya Astana rewşa Sûrî aramtir bûye û heta niha zêdetir ji mîlyonek û nîv penaber vegeriyane deverên xwe û da zanîn ku helwêsta Amerîkayê li bakûr û rojhilata Sûrî sedema nîgeraniya her sê dewletên garantor e.
Serokê Şanda Rûsyayê Aleksandr Lavrentyev wiha axifî: “Hejmara yekîneyên kurdan digihêje 60 hezarî û nayê bawerkirin, ku ew, bi piştgiriya asmanî ya Amerîkayê, nikarin 1500 çekdarên DAIŞê bişkînin. Diyar e mesele cudaye, an ku Amerîka bi niyaze ku rewşa han weke hincet ji bo dewamkirina hebûna xwe ya serbazî ji bo demekî ne diyar li wê herêmê, bikar bîne. Ev yek jî bingeha nîgeraniya me ya her sê dewletên garontor e.”