Îro civîna duwem a li ser referandûma li Tirkîyê û Kurdistanê li bajarê Stockholmê bi hevalbend û dostên PAKê re pêk hat. Gelek siyasetmedar û ronakbîrên kurd beşdarî civînê bûn. Hema hema çi bigre herkesî bîr û raya xwe ya li ser referandûmê anî ziman. Li ser helwestên ”ERÊ-NA-BOYKOT-PROTESTOyê bi arguman û sebebên xwe munaqeşeyeke bi sûd û feyde hat kirin. Munaqeşe herî pir li ser NA û BOYKOTê hat kirin. Civîna yekem heftiya berê li heman cîyî çêbûbû.