Ciwanroj Ceyhan/ Bavê Min Seyda Mele Evdilkerîm Ceyhan

.

Ciwanroj Ceyhan

Belê ez ê ser navê malbatê, nivîsa xwe ya ji bo pirtûka Seyda Mele Evdilkerîm Ceyhan binivisînim. Di destpêkê de ji bo ku ev pirtûka berhemên Seyda Evdilkerîm Ceyhan were amadekirin komîsyonek hat avakirin. Ev komîsyon ji Mahmut Yürük, Salim Çeliker, İbrahim Güçlü, Mihemed Çeliker û li ser navê malbatê jî Ciwanroj Ceyhan, bi temamî ji 5 kesan hat avakirin. Vê komîsyonê ji sala1950 û heta tarîxa ku Seyda Mele Evdilkerîm çûye ser dilovanîya Xwedê (30.09.1976) xebatên wî yên di rêya doza welat de, tekilî, xebat û tevgerên wî yên di nav civata kurd de berhemên wî dane hevdu û ji bona vê pirtûke amade kiriye

Ez Ciwanroj, li ser navê malbata Seyda Evdilkerîm  ji bo vê xebata wan a  bi zehmet û ya giranbiha komîsyonê pîroz dikim û spasîyên xwe ji wan re peşkêş dikim.

Ez lawê wî yê mezin Ciwanroj im. Em çar bira ne: Ez, Azad, Zagros û Rojhilat in. Xwenga me hebek e, nave wê Kerîma ye.

Dema ku bavê min çû ser dilovaniya Xwedê, dêya min ji Kerîmayê re ducanî bû. Wêxta ku me di sala 1976an de bavê xwe wenda kir, ez jî di qezayê de bi bavê xwe re bûm. Wê demê ez 16 salî bûm. Ez jî birîndar bûm.

Em zarokên wî, me bavê xwe têr nedit û me bi hev re qise nekir. Ez di wê bawerîyê de me ku we, wek heval û dostên wî, we ji me bêhtir bavê  me dîtiye û bi hev re qise kiriye. Me bavê xwe zêde nedit, ji ber ku ew her tim li civinan bû; beşdarî mitîngan dibû, ji bo avakirina Kurdistanê û azadîya Kurdan di tevger  û rexistinan de xebat dimeşand; gel bi rê dixist û ji Kurdperweran re mamostetî dikir.

Ez dixwazim ji we re bi kurtî behsa di van salên hindik ya jiyana me ya hevpar de, ew tiştên ku me jê hîn kiribûn û fehm kiribûn, bikim.

Tê bira min ku dema em serê sibê radibûn, bavê me, em hinî marşeke bi Kurdî kiribûn ku em her sibe ji xew şiyar dibûn, berîya taştê em li ser pêyan dihatin cem hev, me bi hev re bi dengekî bilind ew marş dixwend û me wisa digot: “Em kurd in, şêrê çiyan in, da gur bêjin serbestî, doza me doza welat e, bistînin qevda şûr. Kurdino rabin destên hev bigrin. Ji bo welatê xwe şer bikin. Destê me şûr û tifing, şopa me xwîn e. De bikin xebat, bêxwînxwarî, bi dijwarî. Em naçin welat. Kesk û sor û zer î, spî û gewher î, nîşana zafer î, ala ya rengîn î tu, bi navûdeng î tu, silavê lê kin, silavê lê kin ey xortên Kurdan.”

Belê, dewlemendî û remanên herî mezin û balkeş yên ku me ji bavê xwe hin kiribûn ew bûn: Her tişt ji bo Kurd û  Kurdistanê  bû. Ji xeynî Kurd û Kurdistanê bavê me tiştekî din nedifıkirî û nedikir jî. Heta wî dêya me û em ji nedifikirîn. Bave me, Seyda Evdilkerîm ji bo me, ji alî aborî ve tiştek çênekir; wî ji me re mal, zêr û serwet nehiştin. Bavên  pir kesan, ji bona zarok û  malbata xwe dixebitîn ku ji bo siberojê ji zaroken xwe re serwetekê bihêlin. Bavê me ji bona me serweta madî nehişt, lê belê  serweteke wisa hişt ku zaroken wî belkî birçî bin, ne maldar bin, lê belê serê wan tim û tim bilind û serfiraz bû.

Di nav kurdan de li Kurdistanê, tişten ji bo bavên min di faksan û mesajan de hatine nivîsandin û di nav xelkê Kurd de tên axaftin serweta herî mezin e ji bo me. Ji bo biranîna bavê min, faks  û mesajên hatine şandin de tiştên gelek balkêş tên gotin ku ji bo Seyda Evdilkerîm serweta mezin, Kurdbûn  û Kurdistanîbûna wî bû. Kurd û Kurdistan her tiştekî bavê min bû. Ew birayên min ên mezin û mamên min yên di faksên xwe de gelek rast gotine ku ji bo Seyda Evdilkerîm serweta herî mezin Kurd û Kurdistan bû. Mirasa ku wî ji me re hiştiye ew e. Em bi bavê xwe serfiraz û serbilind in.

Bavê min Seyda Evdilkerîm du tişt fêrî me kiribûn. Wî digot ku du tiştên xirab hene, divê hûn wan her du tiştan  tu caran pêk neînin. Tişta yekemîn ya fêrî me kiribû ew bû: Digot ku ji pereyan hez nekin. Tişta duyemîn ji, digot derewan nekin û xelkê xwe nexapînin. Wî ji me re digot ku “Ew kesên ji pereyan hez dikin û derewan dikin, dikarin her xirabiyekê bikin. Ev kesên ji pereyan hez dikin û derewan dikin dikarin her tiştekî bi kar bînin. Sibê dikarin ew kesan welat jî bifiroşin.”

Ez niha dixwazim ji bona bavê min bibihîze çend tiştan bibêjim: Belê bavo îro ew doza ku te di ew rojên zehmet de dixwest ku bi pêş bixi, ez gelek bi rehetî û bi serbilîndi ji te re dibejim ku; Kurd û  Kurdistanê, doza te ya pîroz hezar qat ji dema te zêdetir pêşve çûye. Başûrê Kurdistanê azad bûye û dewleteke federal ava bûye. Dema Kurd û welatparêzên Kurdistanê bibin yek, azadîya her çar parçeyên Kurdistanê ji nêzik e. Bila ruhê te şad be. Doza te dê bi xurtî were meşandin.

Bavê min, kurê wî yê ewil ez bûm, lê piçûk bûm, zêde ji min hez dikir. Tê bîra min ku carinan di nav malê de diçû dihat ji min re wekî ş’îr digot:

”Ciwanroj roja welat,

Derketî ji Xelîl tîrêja te dabû welat,

Xwedanpay bû bi ronkayîya te Cizîr û Xelat,

Bijî Kurd bijî welat.”

Seyda, di sala 1963an de li çarşiya Farqînê dikana cil û cawê hazir, solên gizlewet û qonderan vekiribû. Wê demê li ser dikana xwe nivisandibû: ”Ji başan zêdetir ji başiyê hez bikin, ji xeraban zêdetir bi xerabiyê re şer bikin.’’ Dîsa gotineke wî hebû ku her dem digot: “Kirin nav sînga me bijoke nav têdanê, gotin ”hubul erebil minel îman”. Ez mûyek ji Kurd, zevîyek ji Kurdistanê nadim bi temamî Ereb û Erebistanê.

Dema ku min dibistana seretayî xelas kiribû. rojekê ji bo ku bûyerek li Farqinê pêk were, ne şaş bim sal 1976 bû. Ji bo mitîngê bû. Pêwist bû ku derdora Farqinê û gundê wê bên agahdarkirin. Bavê min û ez, ez ji pê rê, em bi pêyan pêşî çûn gundê Qulfayê, a niha bûye meheleyeke (taxeke) Farqînê. Hewa pir germ bû, bavê min çakêtê xwe avetibû ser serê xwe da ku tav lê nexe. Wexta ku em dimeşiyan baş tê bîra min, ji min re got: “Tu dibistana  lîseyê xelas bike, ji bo unîwersiteyê ez ê te bişînim Almanyayê, lê Doxu Almanyayê, tu yê li wir bixwînî ku siberoj tu werî ji xelkê xwe re xizmet bikî. Ên diçin Batî Almanyayê ji ber serbestî û burjuwaziya wir dibe ku tu li wir nexwînî.’’Ev axaftin di nav min û bavê min de derbas bû, lê belê çend meh piştre bavê min bêwext di qezaya trafikê de çû ser dilovaniya Xwedê, ev programa me têk çû. Em wekî malbatî serûbin bûn, perîşan bûn, lê belê ez jî wekî bavê xwe dibêjim bila welat sax be.

Jiyana bavê min Seyda Mele Evdilkerîm di nav xelkê kurd de derbas bû û heta çû ser dilovaniya Xwedê jî ji bo doza Kurd û Kurdistanê xebitî. Lê di nav van xebatên wî de du bûyerên wî yên sereke hene ku ji bo min gelek balkêş in; yek jê ev e ku li kurdistana bakur cara yekem piştî salên 1960î pêk tê. Di salên 1964an û 1965an de agirê Newrozê li çiyayê Farqinê, di peşkêşiya wî de û bi çend hevalen xwe re agirê Newrozê pêxistine û geş kirine. Ya duyem jî ev e ku slogana “Ji Kurdan re Azadî”, beriya wî hetanî wan deman di meşan de di mitîngan de slogana “Halklara özgürlük (Ji gelan re Azadî)” dihat gotin, lê Seyda di nav çarşiya Farqinê de cara yekem, di meşa vekirina DDKOyê de û li pêşiya meşê ji aliyê Seyda Evdilkerîm Ceyhan ve slogana “Ji Kurdan re Azadî” tê qîrîn.

Rojekê apê min Mihemed Seîd Ceyhan gazî min kir û got: “Were ez dixwazim ji te re behsa hinek bûyerên taybet bikim. Bi rastî min jî gelekî meraq kir. Dest pê kir, got: “Ne şaş bim pişti salên1960an li Farqînê grubeke paşverû û kevneperest hebûye, vê grubê biryar daye ku Seyda Evdilkerîm Ceyhan bikujin, sebeb jî Seyda behsa doza Kurd û Kurdistanê dike, vê gruba paşverû û kevneperest di nav xelkê de propaganda kiriye ku qaşo Seyda itiqada xelkê xira dike û doza qomonîstiyê dike. Ji bo vê yekê ew kafir e û qetla wî helal e. Xalê wî, Mele Xelilê Girikê Boto dibêjin jê re ku alim û meleyê Elebociya bû. Navbera wan jî pir xweş nin bû, le belê çawa dibihîze, dibêjin derhal li hespê xwe siwar dibe û tê çarşiya Farqîne, li hewşa camiya Selahaddinê Eyubî roja înê, berî limêjê, li wir bi dengekî bilind dibêje: “Min bihîstiye ku hinekan emrê kuştina xwarziyê min daye, bila her kes bibihîze û bizanibe eger destê yekî bi xwarziyê min bibe em ê koka wan ji dunyayê rakin, bila her kes hesabê xwe li gora vê yekê bike, dibêjin Mele Evdilkerîm qomonîst e, xelqê ji rê derdixe, tiştekî wisa tune ye û ne rast e.”

Piştre apê min Mihemed Seîd got ev bûyer ewha derbas bû, lê belê ez jî dîndar bûm, diçûm ba wan dihatim, îcar jî nav di min dan serê min tevlihev kirin ku qomonîst e, kafir e, min jî tam bawer kiribû û ez çûm balê ku ez wî bikujim, lê kekê min Mele Evdilkerîm pê hesiyabû, gazî min kir û jimin re got: “Ez zanim tu şandine ku tu min bikujî, tu yê çima min bikujî, tu yê min ji bo çi bikujî, tu min bikujî carek tu yê bibî qatil, ez bela ku kekê te me tu yê ducar bibî qatil, ne wisa ye?  Eger ew dikarin bila ew werin min bikujin, tu nebe qatilê kekê xwe, ka min çi kiriye, sûcê min çi ye? Ka here ji wan bipirse.” Ez çûm ba wan, min ji wan re got, wan dîsa ez şandim ba kekê min, kekê min dîsa ez îqna kirim, ez dîsa fetilîm, min ji wan re got: “Kekê min ewha dibêje, ez îqna bûme, çima bibim qatilê kekê xwe?’’ Dawiyê ji min re gotin: “Heyran em bi vî merivî nikarin, em çi dibêjin ew birayê xwe îqna dike.’’ Ev mesele jî ewha bi dawî bû.

Şeva Sala 1971ê di darbeya 12ê Adarê de bavê min û hevalên xwe ji Farqînê derketin û çûn Başûre Kurdistanê. Li gor ku Şex Mîzbehê Silîvî dibêje li rojava û başûre Kurdistanê Seyda Evdilkerîm bi navê Seydayê Gewre dihat naskirin. Di Partiya Demokrat a Kurdistanê ya li Tirkîyeyê de endamê Komîteya merkezî bû û nave wî “Zendoyê Silîvî” bû.

Şevekê saet di derdora pêncan de esker, polês û bekçiyan mala me dorpêç kirin. Ez û birayên xwe û dêya me me em di xewê de bûn. Ji nişkê ve bi qîrin û dengê bilind li derî xistin û bi dengê bilind digotin derî vêkin, ka li ku derê ye Evdilkerîm Ceyhan ka bêjin. Şukriyê (Şiko) bekçî hebû, ew rabûbû ser deriyê derve, li ser derî paceyek hebû, li pacê, li cama pacê dixist û dikir qîrînî, digot: “Derî vekin, ka Seyda li ku ye bêjin.” Em biçûk bûn, em zêde tirsiyabûn, cara ewil me tiştek ewha dîtibû, me travma derbas kir, ez tu car wan rojan ji bir nakim.

Piştî efûya 1974an ku bavê min hat welêt, hat Farqînê, behs dikir ku piştî bûyera doktor Şivan û Sait Elçi, ew û hevalên wî belav dibin. Hinek ji wan diçin Almanyayê û cihên dinê. Ê wî jî wexta jê dipirsin ew dibêje ‘’ez dixwazim herim nav Kurdan û diçe Beyrûdê. Behs dikir, digot li wê derê lê suikastek pêk tînin. Wek wî digot ji paş ve bi xencerê li pişta wî û serê wî dixin û piştre wî davejin erxekê. Paşê hinek kes wî dibînin, le wî nas nakin, wî dibin nexweşxaneyê, li wir çend rojan tedawî dikin. Dibihîze ku ên ku lê wisa kirine pê hesiyane û ew ê car din werin. Ji bo wî hê birîndar e jî ji nexweşxaneyê bêdestûra doktoran derdikeve û diçe Suriyeyê, bajarê Qamişlo û mala xaltiya xwe tedawiya xwe li wir temam dike.

Tê bîra min gelek insan dihatin mala me ba bavê min ew ziyaret dikirin. Rojekê ez jî li wir bûm. Hinek kesan pirsîn, gotin: Seyda ew bûyera Doktor Şivan û Sait Elçi çî ye, çawa bû, tu ji me re dikarî behs bikî?’’ Bavê min got: Qet nepirsin û vê meseleyê venekin, ez tenê dikarim ewha bibêjim, bi vê bûyerê derbeyek li doza Kurdan hatiye xistin, tenê ewha zanibin.”

Ez dixwazim nivisa xwe bigotineke bavê xwe ku her demê dianî ziman biqedînim. Dema ku bavê min ji bo mitînga Batmanê bi motorsikletê belavok belav dikirin, wî û Brahimê Ramanî (Remî) qeza kiribûn, li nexweşxaneyê xelkê dihat pirsa wî dikir, rewşa wî xeter bû jî. Xelke dipirsîya: “Seyda tu çawa yî wî digot: “Bila welat sax be, biji Kurd û Kurdistan.” Ez jî vê gotina te dubare û çarbare dikim. Di mezelê xwe de rehet razê û dibêjim, em hemî mezin bûne û di rêya te de dimeşin. Lê me nikaribû cîyê te dagirta.

Me bibexşîne. Silav, hurmet û rêzên xwe pêşkêşi we dikim.

Kovarabîr

Kurdistan Haberleri

AMED - Bijîşk 4 rojan grevê dikin
Li Diyarbekirê Tora Mafên Zarokan hat damezirandin
Serjimariya giştî ya gel di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike
Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê hêzên xwe zêde dike
Hawrê Tofîq: Serjimêrî dê bandorê li hejmara kursiyan bike