CNK: Koma HDPê êrîşî endamên me yên ku Ala Kurdistanê hilgirtin kir

.

Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanê (CNK) ragihand endamên wan ên jin ên ku Ala Kurdistanê hilgirtine, di pîrozbahiya 1'ê Gulanê ya Amedê de rastî êrîşên komeke HDPê hatine.

CNKê di derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî ya bi sernavê “Ne ji hedê ti kesî ye êrîşî Ala Kurdistanê bike” belav kir û tê de diyar kir “Îro 1ê Gulanê Roja Cejna Karkerên Cihanê li Qada Îstasyonê ya Amedê  bi beşdariya sendîkayên karkeran, hizbên siyasî birêveçû. Di qada merasîmê de endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi bahaneya bilindkirina Ala Kurdistanê êrîşî 2 endamên me yên jin kirin.”

Herwiha CNK di daxuyaniyê de destnîşan kir “Koma HDPê ku Hevseroka Şaredariya Erxeniyê Meryem Yildiz jî di nava wan de bû, hewl dan Ala Kurdistanê ji deste endamên me bistînin û ji endamên me re ragihandine ew ê destûr nedin Ala Kurdistanê derbasî qada merasîmê bibe.”

Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha dibêje “Ala Kurdistanê ji aliyê pêşêngên Xoybunê li Çiyayê Agiriyê û ji Agiriyê jî ji bo Komara Kurdistanê ya Mehabadê hatiye veguhestin û îro jî li Herêma Kurdistan bi azadî û serberzî tê bilindkirin. Bi milyonan Kurd ji bo bilindkirina Ala Kurdistanê şehîd bûne. Em êrîşa li beramberî wê bi tûndî şermezar dikin.

Em ji Kurdistaniyên ezîz re aşkere dikin, ne ji hedê ti kesî ye êrîşî Ala Kurdistanê bike û em careke din dûpat dikin li her cihekî Kurdistanê em êrîşa beramber Ala Kurdistanê û serweriya Kurdistanê qebûl nakin û em ê beramberê wê êrîşê bisekinin.

Li aliyê din li Qada Îstasyonê di dema êrîşa koma HDPyê ya li endamên me yên jin dostên me endamên Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) beramber wê êrîşê rawestiyane û piştgiriya endamên me kirine. Em spasiya dost û hevsozên PSKyî dikin.”

Li aliyê din heta niha Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di derbarê mijarê de ti daxuyaniyek belav nekiriye

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir