Navenda Nûçeyan - Îro, roja çarşemê, heta saetên sibehê hejmara kesên ku li cîhanê bi vîrusa koronaya nû ango Covid-19ê ketine gihîştîye 198 hezar û 737 kesan. 7 hezar û 989 kes jî mirine.
82 hezar û 779 kes ji vê nexweşîyê rizgar bûne. Rewşa dawî ya li cîhanê wiha ye:
DYA: Casîno hatine girtin
Li DYAyê duh bi şev hatibû aşkerekirin ku hejmara mirîyan gihîştîye 108an. Hejmara nexweşan jî 6 hezar û 362ye. Li Las Vegasê casîna hatine girtin.
55 kesên mirî li Washingtonê, 13 li New Yorkê, 13 jî li Kalifornîyayê ne.
Tê gotin ku bi belavbûna nexweşîyê re firotina çekan jî zede bûye. Herî zêde li Virginiayê çek hatine firotin ku hejmara nexweşan liv ir gihîştîye 70yî.
Mark Esper, Wezîrê Berevanîya DYAyê aşkere kirîye ku ew ê Yekîneyên Asayîşê û Rezervê yên Netewî ji bo piştgirîya eyaletên nexweşî lê belav bûne, wê aktîvtir bikin.
YEyê heta 30 rojan çûnûhatina welatên din qedexe kirîye
Serokên Welatên Yekîtîya Ewropayê bi yekdengî qebûl kirine û gotine welatîyên welatên ji bilî Yekîtîya Ewropayê û yên ji derveyî herêma Schengenê wê heta 30 rojan nikaribin serdana welatên wan bikin. Heke ku “rewşeke hewe nebe”.
Ursula von der Leyen, Seroka Komisyona Ewropayê gotîye, “Bikaranîna wê di înîsîyatîfa welatên endam de ye. Welatan gotin ku ew ê yekser vî tiştî pêk bînin”.
“Angela Merkel, Şansolyeya Almanyayê duh bi şev daxuyanîyek weşandîye û gotîye Komisyona Serokên Ewropayê pêşnîyara qedexeyê ya derbasbûna ji bilî “istisnayên gelekî bisînordar” qebûl kirine.
Îsraîl: Du wezîr girtine qarantînayê
Aryeh Deri, Wezîrê Karûbarên Derve û Tzachi Hanegbi, Weîrê Çandinîyê bi gumana ku nexweşîya Covid-19 li wan derketîye girtina bin qarantînayê.
Hejmara nexweşan il Îsraîlê derketîye 427an.
Her du wezîr li herêma Merhawîmê beşdarî civînekê bûne ku kesekî di vê civîne de bûye, nexweşî lê peyda bûye. Piştî vê rewşê her du wezîr girtine bin qarantînayê.
Di nûçeyên medyaya Îsraîlê de hatîye gotin ku Shai Hajaj, Şaredarê Merhawîmê ye kesê nexweş û parlamenter Ram Ben-Barak û Alon Shuster jî beşdarî heman civînê bûne û ew jî li malê di bin kontrole de tên girtin.
Qibrisa Bakur: 20 nexweş hene
Ali Pilli, Wezîrê Tenduristîyê yê Qibrisa Bakur gotîye ku li 13 turîstên almanî nexweşî derketîye û di bin kontrolê de ne. Wezîrî her wiha destnîşan kirîye ku hejmara nexweşan gihiştîye 20an.
Brezîlya: Cara yekem kesek mirîye
Li Brezîlyayê nexweşekî 62 salî ji ber Covid-19ê mirîye.
Li welêt 67 nexweşên nû hene ku hejmara giştî bûye 301.
Li Belçîkayê tedbîrên pêla duyem destpêkirine
Spohie Wilmes, Serokwezîra demkî ya Belçîkayê piştî civîna Konseya Ewlehîyê ya Netewî civîneke çapemenîyê li dar xistîye û behsa tedbîrên pêla duyem kirîye.
Wilmesê dîyar kirîye ku hejmara nexweşan gihîştîye hezar û 243 kesan û di berdewamîyê de destnîşan kirîye kul i herêma Flamanan 756, li herêma Valonan 303 nexweş hene. 150 jî li Brukselê ne.
Li gorî heman zanyarîyên ku Wilmesê daye 10 kes mirine û 15 kes jî bi temamî baş bûne.
Wilmesê dîyar kirîye ku rêveberîya demkî bi erkên awarte hatîye wezîfedarkirin û roja çarşemê piştî nîvro heta 5ê Nîsanê ji bilî rewşên mecbûrî, bila gel dernekevin kolanan. Li gorî gotina Wilmesê wê sînor neyên kirtin lê rewşê wê bi Yekîtîya Ewropayê re guftûgo bikin.
Iraq: Dema qedexeya derketina derve hatîye dirêjkirin
Li bajarê Kerkukê ji ber Covid-19ê qedexeya derketina derve hatibû ragihandin. Ev dem heta 7 rojên din hatîye dirêjkirin. Kolan û sikakên bajêr vala mane.
Hejmara mirîyan
Li Çînê 3 hezar û 226 kes, li Hong Konga Herêma Îdareya Taybet 4 kes, li Îtalyayê 2 hezar û 158 kes, li Îranê 853 kes,li Îspanyayê 342 kes, li Fransayê 148 kes, li Amerîkayê 93 kes, li Koreya Başûr 81 kes, li Brîtanyayê 55 kes, li Japonyê 35 kes, li Holandayê 24 kes, li Swîsreyê 19 kes, li Almanyayê 17 kes, li Filipînê 12 kes, li Belçikayê 10 kes, li Iraqê 10 kes, li Swêdê 7 kes, li San Marînoyê 7 kes, li Endonezyayê 5 kes, li Awistralyayê 5 kes, li Cezayirê 4 kes, li Danîmarkayê 4 kes, li Kanadayê 4 kes, li Yunanê 4 kes, li Polonyayê 4 kes, li Misirê 3 kes, li Hindistanê 3 kes, li Libnanê 3 kes, li Norweçê 3 kes, li Awistiryayê 3 kes, li Îrlandayê 2 kes, li Arjantînê 2 kes, li Bulxaristanê 2 kes, li Ekvadorê 2 kes, li Portekiz, Slovenya, Behreyn, Pakistan, Tayland, Luksemburg, Panama, Tayvan, Albanya, Macaristan, Fas, Azerbeycan, Komara Dominîkê, Martînîk, Guatemala, Guyana, Ukrayna, Giravên Caymanê û Sûdan her yek jê kesek ji ber Kovîd-19ê mirin.
Li Çînê 80 hezar û 881 kes, li Hong Konga Herêma Îdareya Taybet 157 kes û li Makauya Herêma Îdareya Taybet 12 kes bi Covid-19ê ketin. Li Tayvanê di 67 kesan de Covid-19 hat dîtin.
Hejmara nexweşan
Li gor agahîyên li ser malpera "Worldometer"ê hejmara kesên li cîhanê bi nexweşîya koronayê ketine wiha ye:
"Îtalya 27 hezar û 980, Îran 14 hezar û 991, Îspanya 9 hezar û 942, Koreya Başûr 8 hezar û 320, Almanya 7 hezar û 272, Fransa 6 hezar û 633, Amerîka 4 hezar û 727, Swîsre 2 hezar û 353, Brîtanya 1543, Japonya 1530, Holanda 1413, Norweç 1348, Swêd 1121, Belçika 1058, Awistirya 1018, Danîmarka 914, Malezya 566, Kanada 441, Awistralya 440, Qeter 439, Yunan 352, Çekya 344, Portekiz 331, Îsraîl 298, Fînlanda 278, Slovenya 253, Sîngapur 243, Brezîlya 234, Behreyn 228, Îrlanda 223, Estonya 205, Îzlanda 199, Pakistan 184, Polonya 177, Romanya 168, Misir 166, Şîlî 156, Tayland 147, Filipîn 142, Endonezya 134, Iraq 133, Erebistana Siûdî 133, Hindistan 129, Kuweyt 123, San Marîno 109, Libnan 109, Îmarat 98, Rûsya 93, Perû 86, Meksîka 82, Luksemburg 81, Slovakya 72, Panama 69, Arjantîn 65, Afrikaya Başûr 64, Bulxaristan 62, Vîetnam 61, Cezayir 60, Ekvador 58, Xirwatistan 57, Sirbistan 57, Bruneî 54, Kolombîya 54, Ermenistan 52, Albanya 51, Macaristan 50, Tirkîye 47, Başûrê Qibrisa 46, Kosta Rîka 41, Filistîn 39, Fas 37, Belarûs 36, Letonya 34, Gurcistan 33, Urdin 33, Venezuela 33, Malta 30, Srî Lanka 29, Moldova 29, Uruguay 29, Senegal 27, Azerbeycan 25, Bosna Hersek 25, Kamboçya 24, Makedonyaya Bakur 24, Uman 24, Tûnis 24, Komara Dominikê 21, Efxanistan 21, Lîtvanya 18, Giravên Faroeyê 18, Martînîk 15, Burkîna Faso 15, Andorra 14, Qazaxistan 13, Maldivan 13, Jamaîka 12, Zelandaya Nû 11, Bolîvya 11, Guyanaya Fransiz 11, Monako 9, Girava Reunion 9, Guatemala 8, Bangladeş 8, Paraguay 8, Ozbekistan 8, Bakurê Qibrisêr 7, Guyana 7, Ukrayna 7, Lihtenştayn 7, Ruanda 7, Giravên Manşê 6, Gana 6, Guadelup 6, Honduras 6, Kamerun 5, Etîyopya 5, Porto Rîko 5."
Welatên ku ji 5an kêmtir nexweşên vîrusa koronayê hene jî wiha ne:
"Perava Diranê Fîl, Kuba, Moxolistan, Trînîdad û Tobago, Komara Kongoyê ya Demokratîk, Polinezya Fransiz, Gîbraltar, Guam, Kenya, St. Barth, Seyşel, Nîjerya, Aruba, Çuraçao, Namîbya, Saînt Lucia, Saint Martin, Giravên Caymanê, Sûdan, Nepal, Antîgua û Barbuda, Bahama, Benîn, Butan, Komara Afrîkaya Navîn, Kongo, Ekvator Gînes, Gabon, Gronland, Gîne, Vatîkan, Lîberya, Morîtanya, Mayotte, St Vincent û Grenadîn, Somalî, Surînam, Esvatînî, Tanzanya, Togo û Giarvên Virjin a Amerîkayê."
Bianet