COVID-19 | Wezareta Tenduristiyê 9 wefat û 356 pêketinên nû eşkere kirin

.

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê rewşa dawî ya vîrusa koronayê li Herêma Kurdistanê ragihand ku kêmbûna haletên pêketinê û mirinan di rêjeya kêmbûnê de berdewam e.

Wezareta Tenduristiyê îro Sêşemê da xuyakirin, di 24 demjimêrên borî de 356 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 9 kes jî pê mirine.

Ji 356 kesên bi vîrûsa Koronayê ketine, 89 kes li Hewlêrê, 73 kes li Silêmaniyê, 167 kes li Duhokê, 4 kes li Helebceyê, 20 kes li Germiyanê û 3 kes li Raperînê ne.

Herwiha 9 kesên can dane jî 2 kes li Hewlêrê, 5 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Duhokê û 1 kes li Germiyanê ye.

Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku di 24 demjimêran de 595 kes ji nexweşiya koronayê baş bûne.

Bi van amarên dawî re hejmara pêketinên koronayê li Herêma Kurdistanî gihîşt 99214 kesan, ya mirinan bû 3243 kes û heta niha 63059 nexweş jî baş bûne.

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne