CPJ: Bi Kêmî 20 Rojnamevan di Dema Xwepêşandanên Îranê de Hatine Girtin

.

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) roja Duşemê ragihand ku ji dema ku xwepêşandanên dijî hikûmetê hefteya borî destpê kirine bi kêmî 20 rojnamevan li Îranê hatine girtin.

CPJ, ku bingeha wê li New York e, bang li desthilatdarên Îranê kir ku tepeserkirina rojnamevanan bidawî bîne û hemû rojnamevanên ku hatine girtin azad bike.

Kordînatorê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqa li CPJ, Şerîf Mensûr, got ku divê desthilatdarên Îranê "girtina wan kesan rawestîne ewên ku xwepêşandanan dişopînin û divê demûdest wan berde."

Li seranserê Îranê xwepêşandan dijî kuştina keça Kurd Jîna (Mahsa) Amînî ser destê polîsê exlaqî yên Îranê ketine hefteya xwe ya duyem.

Kurdistan Haberleri

Serokkomarê Îraqê yasaya parêzgehbûna Helebceyê îmze kir
Encûmena Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê li ser êrişên dronan daxuyanî da
Sitêrek ji Hunera Kurdî ji nav me barkir! Hunermend Remezanê Omerî jiyana xwe ji dest da!
Hejmara (25) a Kovara Şermola Derket
Hemû deynên Sûriyeyê hatin dayîn