Li gorî amarên Rêxistina CPT a Amerîkî, di 3 rojên borî de artêşa Tirkiyeyê 97 caran sînorên parêzgeha Dihokê bombebaran kirine.
Endamê rêxistina CPTyê Kameran Osman dibêje ti xisarên canî yên sivîl nînin.
Li gorî daxuyaniya Tîmên Çêkirina Aştiya Civakê (CPT) a Amerîkî ku îro hat belavkirin doh êvaî saet 19:50ê helîkopterên artêşa Tirkiyeyê bi tundî êrişî Geliyê Mêvînê yê Çiyayê Metînayê kirine.
Her wiha gundên Belave û Guherzê yên qeza Amediyê hatine bombebaran kirine.
CPT ku bi awayekî meydanî êrişên Îran û Tirkiyeyê yên li ser sînorên Herêma Kurdistanê dişopîne.
CPTyê ragihand doh saet 22:32yan, balafirên şer ên artêşa Tirkiyeyê pênc caran heman cih bombebaran kirine.
Li gorî amarê rêxistinê, di 3 rojên borî de artêşa Tirkiyeyê zêdetirî 97 êriş û bombardiman li ser çiya û gundên sînorê qeza Amediyê li parêzgeha Dihokê pêk anîne.
Kameran Osman Rûdawê re got: "Di êrişên sê rojên borî de heta niha hebûna ti xisarên canî ji me re nehatiye piştrastkirin."
Osman amaje bi wê yekê kir ku di meha Adarê de, artêşa Tirkiyeyê 118 êriş û bombardiman li ser Herêma Kurdistanê pêk anîne.
Li gorî amarên rêxistinê, di meha Adarê de, artêşa Tirkiyeyê 55 êriş li ser sînorê parêzgeha Hewlêrê, 51 êriş li ser sînorê Dihokê û 12 êriş jî li ser sînorê parêzgeha Silêmaniyê kirine.
Kameran Osman da zanîn ku di heyama 4 mehên îsal de Tirkiyeyê zêdetirî 500 êriş û bombardiman li ser Herêma Kurdistanê pêk anîne.
Li aliyê din doh Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) jî ragihand ku artêşa Tirkiyeyê di 4 rojan de 627 caran êrişî baregehên wan ên li Herêma Kurdistanê kiriye.