Crate&Barrel ji bazara Tirkiye derdikeve

Şirketa navdar a cîhanî ya mobilyayê Crate&Barrel biryar da ji bazara Tirkiye derkeve.

Crate&Barrel di cîhanê de xwediyê ji zêdetirî 100 cîgehan e. Li welatên Amerika,  Kanada, Kosta Rika, Tayvan, Perû, Kolombiya, Dubai, Singapûr û Meksika di nav bazara mobilya de, di rêzên sereke de cîh digre.

 

Di agahdariya ku di malpera xwe de belavkirî de Crate&Barrel ragihand ku piştî 5 salan ji xebatê di bazara Tirkiye de, ji Tirkiye derdikeve.

Ligor pîsporên aborî egera derketina Crate&Barrel ji ber aloziya aboriya Tirkiye, rewşa kirîn a hevwelatiyan û bacên ku bandore li şirketê dikin e.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin