Yusuf Kaynak
Li ser vexwendina Weşanên Na jibo beşdarîbûna Fûara Pirtûkan a Amedê bibim, çûmeDiyarbekirê. Wek min berê jî behs kiribû, min beriya bûyerên Hendekan Diyarbekir dîtibû. Zêde pêwendiya min bi gel re nebûn, lê min serdana çend deverên bajêr kiriye, wê demê ez ne ji bo gerê, lê ji bo karê xwe çûm wir.
Vê carê dema li Amsterdamê li balafirê siwar bûm, min got ez ji bo fuarê diçim Amedê. Ger rêwîtî bi balafirê be jî, ew her gavê dijwar e; rêwîtiyeke balafirê ya hevgirtî di bîst û çar saetan de meriv diwestîne û westandiye. Ji ber vê yekê rêwîtiyek dirêj e. Divê ew nikaribin van tiştan pêşwext bifikirin. Hûn ê di rê de bi her rewşê re rûbirû bibin. Ji bo ku zivistan e, rêwîtiyeke plankirî ye, lê her gav astengî ye hene.
Me şeva xwe li Sabiha Gökçen a Stenbolê derbas kir û sibê saet di neh û nîvan de li Balafirgeha Diyarbekirê bûm. Vê yekê saeta serê sibê nîşan dida. Dema ku çavên me vebûn, di dema daketinê de yekser rastî avahiya balafirgehê ya nû hatim.Dema min tabelaya nû ya pir paqij a ku li ser Balafirgeha Diyarbekirê nivîsîbû dît ez geleke matmayî mam. Balafirgeha berê pir kevn bû û ne balafirgeheke paqij û kêrhatî bû. Niha ew ya balafirgeheke nûjen e û deverên wê yên paqij mîna mirwarên bi qatên mermer dibiriqîn. Lê bêyî ku zêde li bendê bim, min çenteya xwe hilda û derketim derve. Texsiya ku rast li ber balafirgehê rawestiya, fêm kir ku ez rêwî me û yekser ez hilgirtim. Di texsiyê de rêwiyekî din jî hebû, ewil ew li ser rê hişt, nêzî mala wan a li Kolana 75’an bû û li navçeya Baglarê ez hêştim. Navnîşana ku em lê digeriyan hema hema ji şofêrê taksiyê ve dihat zanîn, lê jibo ku em xelet nebin, me bi cihê em bi şofêrê taksiyê re rûdiniştin ve girêda; Cih û navnîşan hatin vegotin û di çend hûrdeman de gihîştina ber derî?
Hema em li texsiyê siwar dibin, ajokar bi Kurdî diaxive, rêwiyê ku li pêşiyê rûniştiye bi Kurdî diaxive. Dema diyalox bi Kurdî bin meriv xwe rehet û aram hîs dike. Ji ber ku şofêrê bi Kurdî pir xweş û paqij diaxivî, nîşan dida ku ew çiqasî xweş e. Min tenê dikaribû ji xwe re bibêjim ku belkî ji ber ku şofêrên taksiyan her roj bi mişteriyên cihê re sohbet dikirin, zimanekî wusa nerm bi kar dianîn. Vê danûstendina kurt jixwe bandorek li ser mirovan dihişt. Jixwe wî ji bo rojên paşerojê îşaretek dida, bi tenê bi çend gotinan.
Jixwe min plan kiribû ku ez îro neçim Fûara Pirtûkan ya Dîyarbekirê; Teqez diviyabû ku ez bi raya giştî re biaxivim, lê çawa?Ji bo wê yekê ez neçar bûm ku têkevim nava jiyana rojane, yek bi yek bi mirovan re biaxivim, ji bazarê fêrî jiyanê bibim ka li bajêr çi heye?; Divê em herin Mizgefta Mezin a Bazara Kevin, wê ya minareya bilind, Bazara Kevn û Meydana Şêx Seîd bibînin û bi kesên ku li ber mizgeftê rûniştine re bipeyivin; Divê em bixwe ji her kesê ku li bajêr dijî, wek Mehmed Alî yê berber, esnafekî bibihîzin, rewşa wî çawa ye û jiyana wî çawa derbas dibe, di cih de spas kir û derdên xwe, lêçûnên jiyanê rêz kirin:Got kirêya xaniyan bê tehemûl buha bûye û çiqas qezenc dikir jî nikarîbû debara xwe bikira ji ber bilinbûna enflasyonê, di heman demê de got ku, ji bilî maaşa emekdariya ji bo xwe wek berber jî dixebitî bodahata zêde; Ew dibêje şikir ji Xwedê re ji bo ku bi hezaran kes hene ev kar nedîtine. Ew tenê li berîka xwe nafikire, rewşa cîranê xwe yê derdorê jî dizane, ji ku dizane, guhdarî dike li mişteriyên xwe, yên ku rojê bi dehan kesên tên cem wî, ji wan dibihîze û wek eger ew piştrast be ku ew ê demek dijwar derbas bibin. Helbet heta ku tiraş bi dawî bû derd û kulên wî neqediyan, helbet bi Kurdî diaxivî.
Dema me Kurdên herêmê yên kevnar ên gundî yên bi cil û bergên Kurdî û bi simbelên reş li ber Mizgefta Uluyê li benda nimêja înê bûn, me xwe nêzîke kir û rewşa wan pirsî, lê me xwest em tenê ji wan bipirsin, memurê malnişîn yê bi navê MehmedXocê di cih de behsa zehmetiyên ku tê de kir, û got ku ji bo mala bi sê kesan rojê tenê sê nan bikire û ji her yekî re tenê nanekê bikire û got ku ez rojane 36 Lîrabo nanê tisî/hişk didim, bi hesabkirina TL'yê û eger me kirê jî bideya ew ê bi 10 hezar Lîreyan bijî. Dema digot ez her roj peya diçim heta meydana Şêx Seîd, saetekê dihat, bi çend kesan re sohbet dikir, nimêj dikir û bi çenteyekî sê- çar qurişî û bi mandarin û porteqalên ku li ser rê kirîbû vegeriya malê, di rê de, ew jî bi kaşerekî bi êş bûye; Ji ber ku MehmedXocê ku di vê mehê de zivistanê de çiqas pereyê ceyranê û xasê xerc dike her difikirî, hesabê cixareya ku dikişand jî ji rewşa xwe razî bû, lê li benda rojên hê xerabtir bû.
Me xortekî xweşik dît ku li goşeyê beramberî mizgeftê şal-û şapikê Kurdî difiroşe, me tevê sohbet kir, çaya wî vexwar, ev xort xortek bû ku ‘Sonda Kurdî’ xwariye, ku komeke nû ya çalak e. We ji bo çi tevlî çalakiyek wiha kir?; Vê însiyatîfa biçûk Sondxwar û da zanîn ku ew ê di her warê jiyanê de ji bilî Kurdî bi tiştekî din neaxivin û li kîjan saziyê biçin dê bi Kurdîya xwe ya zikmakî biaxivin; Me pirs kir ku hûn ê rewşa xwe çawa vebêjin eger li saziya sîvîl an jî li bankekê jî kar hebe, em ê xwe bi zimanê xwe îfade bikin, yên din pirsgirêka wan e, ma wergerek we heye? Em çûne bankekê û min dest bi Kurdî kir memûr mîna ku jê fam nekiribe, lê fehm kir, belkî di hundurê xwe de Kurdî zanîbû, tu pirsgirêk tune bûn, min sondxwar ku ez bi mehan e Tirkî ji zimanê xwe yê rojane derxim û tenê bi zimanê xwe biaxivim, zimanê min ê zikmakî Kurmancî ye. Em hê di destpêkê de ne ku jiyan wê çi nîşanî me bide, girseya gel guhdarî dike û temaşe dike, em bibînin ku ev însiyatîfa têkoşerên Kurd wê ber bi ku ve biçe û bandoreke çawa çêbike.
Dema ku em li Amede bûn, me xwest em çend cihên ku bi Kurdnasî û Kurdolojiyê re mijûl dibin bibînin, lê ji ber nebûna demê me tenê xwest em yekemîn Malpera Pirtûkên Kurdî bibînin. Navenda Pirtûkakurdî Amedê. Em di taxa Bağlar’ê re diçûn, ew der ne cihekî pir dûr bû, di qata jêrzemîna jêrîn de cihekî pir mezin bû, Pirtûkakurdî hem li welêt û hem jî li derveyî welêt dikare pirtûka bifiroşe. Xwedî mirovên mutewaz in, bi xebatkarên xwe yên pispor ên ku dixuye birêxistinkirî bi xîret dixebitin, amadekariyên kargoyê û etîket dihatin çêkirin, li gel karê rojane ferman hatine girtin û demjimêrên kargoyê li benda şandina wan bûne. Pirtûkakurdî hema hema her tiştê ku bi Kurdî û Kurdî re têkildar û guncav û nêzîkî wan dibîne dikire, depo dike û ji bo firotanê amade dike. Gelek firotgehên wan ên daxistî hebûn. Duwayi çay vexwarin û sohbeteke me ji nuva xatire xwe ji xwediye Pirtûkakurdî xwest derketin ji bo gerreke nû.
Em dikarin bibêjin ku jiyan li Diyarbekirê ji her alî ve bi şev û roj bi coş e, taxên pir elît hatine avakirin, kolanên fireh û rêzên avahiyan li her du aliyan hatine rêzkirin û mîmariya paqij ku wê ji bajarên din cuda dike. Helbet dema ku ciwan û dewlemend di van apartmanên luks de dijîn, taxên mayî yên wek Sûr û Baglarê yên kevnar ên wêranbûyî, di warê xuyangê de ji bedewiyê zêdetir atmosfereke nostaljîk a cuda dide bajêr. Nîvê dîwaran wêran bûne, kevir di çend beşan de şikestî ne, lênêrîn nayê kirin, derdor tijî kîsikên plastîk û çolên avêtinê ye, ji ber vê yekê bajar hatiye paşguhkirin û dîwar hatine terikandin. Esnaf ne ew qas reşbîn in, dema hûn bipirsin hûn ê bersiva ku em îdare dikin, spas ji Xwedê re bistînin. Nabe ku hûn li Amedê Sûr û Bazara Kevn bibînin û kebaba kezebê nexwin. Xwediyê dikanê ne ew qas xemgîn bû, helbet karsazî li gorî berê ne zêde bikêrhatî bû, wî got ku bihayê cigerê li şûna mişteriyan li cigerfiroşan bi buhayê pir giran dihat firotin û ev yek jî bû bargiranîji xerîdaran re, lê dîsa jî cigerfiroşan ciger nedît. Ji bo 2 kesan kebaba cigerê 500 tl ye. Xelk gazinan jî dike, lê bi nerazî be jî, vê bihayê dide.
Carê dema di taxa ‘Talaytepê’ re derbas dibûn, me li milê çepê avahiyên di nav xirbeyan de, yek bi yek qat dîtin. Ajokarê taksiyê got ev Girtîgeha Diyarbekirê a jimare 5 No’lu navdar e, ji derve wêran xuya dike. Demek dirêj e ku ew girtî ye û wan biryar da ku wê bikin muzexane, lê dîsa jî bi rewşa xwe a vala, wêranbûyî û paşeroja xwe ya xemgîn radiweste. Piçekî wêdetir mînîbus ber bi Erganiyê ve diçin, em li mînîbusê siwar bûn li Fûara Pirtûkan ya ku ji aliyê Rêxistina Fûarê ya Mezopotamyayê ve li Navenda Fûar û Kongreya Navneteweyî ya Mezopotamyayê hatiye lidarxistin, mînîbusê em anîn li ber derî fuarê peya kirin. Ajokarê mînîbusê û rêwiyên wî hemû Kurd bûn di nav xwe de bi piranî Kurmancî diaxivîn.
Fûar di roja sisiyan de tijî bû, nivîskar û Weşanxaneyan firotina xwe didomandin, Nivîskaran tim îmze dikirin û ji firotinê razî xuya dikirin. Me karîbû bi taksiyê vegerin navnîşana ku em ê vegerên wê rojê.
Em di vegerê de çûn çend navendên danûstendinê; tu bi karmendan re bi çi zimanî biaxivî, ger Kurdî be, bi Kurdî diaxivin, ger Tirkî be, bi te re bi Tirkî diaxivin. Ez rastî kesekî nehatime ku bêje ez bi Kurdî nizanim. Em çûn navenda danûstendinê ya herî nû, Ceylan AVM’ê, ku ew super e, pir nûjen e û hemî marqeyên cîhanî lê hene. Hûn dikarin bi saetan li dora xwe bigerin û li her tiştê ku hûn lê digerin bikirin di avahiya mezin ya navenda kirrûbirrê a sê- çar qatî de. Bi van dikan û restoran û cihê zarokan cihekî kêfxweşiyê ye. Em çûn li rayona Amed Sporê sekinîn, me çend helmet kirî û derketin. Me bi herkesî re Kurdiya normal axivî. Me ferq kir ku gerînendet û xebatkarên firoşyariyê bi Kurdî baş diaxivin. Em di vê mijarê de pir hessas bûn, ji ber ku van salê dawîn Diyarbekir her tim bi Tirkî diaxive, asîmîle bûye, hişê Kurdayetiyê nemaye, çavdêriya me Diyarbekir zindî ye. Hûn bi kîjan zimanî bipeyivin, hûn bi wî zimanî bersivê digirin. Muzîka Kurdî heta li baştirîn kargeh û navendên danûstendinê jî tê guhdarîkirin û muzîka Kurdî a bijarte bê ferq û cudahiya başûr, bakur, rojava û rojhilat tê lêdan. Li gelek deveran me bi guhên xwe li Mem Ararat guhdarî kir, kesî xwe sansûr nedikir. Jixwe vana hîs dikin ku bajar Amed e.
Di dawiyê de ger ez nêrîna xwe bibêjim hemû Tirkiyê bi heman pirsgirêkan re rûbirû ye; Bêkarî pirsgirêkek mezin e, buhabûna jiyanê milet bêzar kiriye, her kes gazinan dike. Tu kes ji paşeroja xwe ne bi hêvî ye, hewl didin rojê biborînin. Xelk siyasî ye, lê bêbiryar e ka dê çi û çawa bersivê bide. Haya wî ji qencî û xerabiyê heye û nizane ji bo alîkariyê ji kê bawer bike. Yanî rêz ji perspektîfa Kurdan zelal in.
Heger zimanek li welatekî bibe zimanê bazarê ango bazirganî, ew ziman dibe zimanê serdestê yê welêt. Niha li Amedê jiyana bazirganiyê ya rojane Tirkî serdest e. Ev rastiyek ji bo Kurdan li hemû parêzgehan e. Pir zehmet e meriv pêşbînî bike ku heke derfet çêbibin dê ev rewş berevajî bibe yan na.! Lê her tişt girêdayî têkiliyên gel û çîna serdest e û mafên perwerde û hîndekariyên yê li ser navê Kurdan bên bidest- xistin.
----------
Nîşe: Fûara Pirtûkan a Amedê 9 rojan berdewam kir. Zêdetir 510 hezar kesan Fûara Pirtûkan ziyaret kirin. Kurdan jî bi zêdetirî 30 weşanxane û weşangeran û zêdetirî 300 nivîskarên xwe ve beşdarî kirine.
Yusuf Kaynak
Lahey, 30.12.2023