Çûyina minî welêt û bandora konferansa me

Sîrac Kirici

Ev demeke ez neçûbûm welêt. Bi minasebeta Konferansa partîya me (PAK-Partîya Azadîya Kurdistanê), di 12ê meha cotmehê rêwîtîya min ji Almanyayê ji bo Kurdistanê destpêkir. Piştî nivro ji Diyarbekirê min berê xwe da Weranşehrê. Dayika min li Wêranşehrê bû. Haya wê ji hatina min tune bû. Bi çuyina xwe, minê jê re sûprîzek kir.

Li Diyarbekirê hewa pir xweş bû. Hemû rengên payizê li derûdora Diyarbekirê û li ser rêya Qerajdaxê xweşik bûyina xwe nişan dida. Kêfek, çoşek helkudorê min girtibû. Welatê me çi xweş e. Di çûyin û hatina Wêranşehr û Diyarbekirê de  “kontrolên ewlekarîyê“ sîyek danîbû ser wê xweşik bûyina Qerejdaxê. Tevî wê jî, li ser rê dimenên bê hempa û tîna germayak xweş hebû. Konferansa partîya me di 15ê cotmehê de destpê dikir û ewê du rojan dom bikira. Di 14ê cotmehê de ez ji Wêranşehrê dîsa vegerîyam Diyarbekirê. Ji alî “Elîparê“ ber bi taxa ofisê wexta mirov diket bajêr barîqat û tedbirên ewlekarîyê du qat zêde bûbûn. Şofêrê taxsîya ku min dibir, şaş mabû. Li her derê sûretê Serokkomarê Tirkiyê Erdogan hebû. Tarîxa Konferansa me sê meh berê hatibû diyarkirin lê ziyareta Serokkomarê Tirkiyê û roja destpêka Konferansa me di eynî rojê de bûn.

Delegeyên ji nava welêt û ji dervî welat hêdî hêdî li Diyarbekirê kom dibûn. Cihê Konferansê û taxa mitinga Serokkomarê Tirkiyê pir nêzî hev bûn. Şikil û rengê astengîyan çi dibe bila bibe, biryar hatibû girtin me yê Konferansa xwe li dar bixista. Nivê şevê rêzdar Serokê Giştî Mustafa Özçelik agahdarîyek ragihand “Serokkomarê Tirkiyê ziyareta  xwe ya Diyarbekirê betal kir.”
Vê yekê karê me hêsantir kir.


Serê sibê me berê xwe da salona Konferansê.. Nehatina Serokkomarê Tirkiyê kêfxweşîyek dabû beşdarên Konferansê. Betal kirina vê mitîngê çûyin û hatina konferansê jî rehetir kir.

Destpêka Konferansa me bi axeftina kek Bedran Acar (Endamê rîvebrîya PAKê)  destpêkir. Bi zimanek herikbar û di hedefên xwe de xwedî seknek tenê motivên Kurdistanî dihewand çoşek da salonê. Cihê kêfxweşîyê ye ku konferansa me rastî 8emîn salvegera damezrandina Partîya me hat. Hilbijartina vê tarixê hêjayî teqdirê ye. Dîwana ku kek Bedran, pêşniyar kir, bi yek dengî hat qebûl kirin. Diwana bi serokatîya kek Mehmet Gûl, konferansek demokratîk û bi toleransa, rê li ber gengeşîyên avakar vekir. Delegeyên ji bajar, û welatên cuda hatibûn di destpêka axaftina xwe de behsa qetilkirina Jîna Emînî û 8 salîya damezrandina PAKê dikirin.Wexta ew dipeyivîn. 

Ez difikirîm. PAK 8 salî ye..lê koka wê, hêz û hişmendîya wê nîv sedsal bû…  Felsefa wê ji kurahiya tekoşîna  Bakûrê Kurdistanê dihat. Serok û kadroyên PAKê, damezrenerên wê şahid , mexdur û xwedî tecrubeyek bilind bûn. Niha nav nayê bîra min, lê delegek:Hele carê bînin bira xwe, wexta me PAKê damezrand, ji me re digotin: “şert û mercên Tirkîyeyê baş bûye, reheti heye, zexta dewletê tuneye, we PAKê damezrand.”. Lê PAKê ew kesên ku bi awayekî dijwar me rexne dikirin, fedikar derxist, wan kesan di nav 8 salan de bixwe dîtin ku PAK ne partiyek ji ber ku şert baş bûye hatîye damezrandin.”


Rastî jî ew bû.."PAK ne partiyek ku şertên Tirkiyê  baş bubû hatibû damezrandin"PAK bi felsefa xwe, bi hişmendiya xwe, hêza xwe ji tekoşîna nîv sed salîyên vê taliyê digirt, xwe berdewamîya keda 200 salî ya doza azadîya Kurdistanê didît..Roja PAK hat damezrandin nexşe rêya wê çi bû, wexta şert dijwar bû jî terka nexşe rêya xwe nekir..-Di runiştina roja ewilî de delegeyan “135 caran mafê axeftina xwebikaranin.”Beşdarên din:Me ji nû ve, wek ku bi  derzîyê bîr werekolan, rûpela aktorên ked û emega wan, di taîrx û tekoşîna me de hebe derrxist pêş.-Di her bûyer û neheqiyên li hemwelatîyan çêbû, helwestek danî. Me hişmendiyek nû anî siyasetê.. Me got li Bakurê Kurdistanê dema şerê çekdarî, xebata tund û tûjî xelas bûye. -Me siyaseta sivîl, demokratik û tekoşîna bêîtiatiya sivil derxist pêş. 

Pir vekirî me li hember hendek û barîqatan helwest danî.-Dereng bû lê niha aktorên siyaseta Tirkyecitîyê li dijî tund tujî û şerê çekdarî derdikevin.-Me di kolanên medya civakî û jiyana dijital û Tvyê da şoreşek çêkir. -Tevî bê imkanîyan, me gelek gavên erînî avêt-ji alî aborî em girêdayî tu derekî nebûn.-Me nûjenîyek anî siyasetê.-Me şoreşek çêkir..pêkve xebata 8 salî  û ji bo yekitiyê gotina‘’navê PAKê û Serokê wê ne xetek sor in’’ tesirek mezin li ser rewşenbîr û sîyasetmedarên Kurd kir.-PAK di kar û barên Kurdistanî de rolekê girîng lîst ku dixwaze navnîşanek mayinde ava bike.

PAKê gelek pêşhikûmî û hişmendiyên teng şikand û di her bûyerê de li gor şert û mercê sedsala 21 gavên erênî avêt.-Me di bernama xwe de çi got me wê yekê di dadgehan de jî parast. -Me li gor vîzyona em berdewamîya tekoşîna 200 sali ne gav avêt-Me ji bo Parlementerî û serokşaredariyan tu tawizan neda û me terka prensîbên xeta Kurdistanî nekir.-Di medya civakî û jiyana dijital de kîjan wext êrişek bi ser nirx û hêjayên Kurdistanê hatibe PAK pêşengtiya parastina nirx û hêjayên Kurdistanê bûye. -Pêwîstiya kordinasyonek di nav hêz û partiyên her çar perçeyên Kurdistanê heye.

Sê xalên Konferansê hebûn. Di her xalên konfetansê de Serokê Giştî kurte agahdarîyek dida û delegên konferandê dest bi gengeşîyan dikirin. Gengeşîyên di salona Konferansê de hêjayî ditinê bû. Her delege ji alîyê xwe bûyeran dinirxand û pêşniyarên çareserîyê pêşkeş dikirin.Hevalên Diyarbekirê di standarta ewropîyan de haziriyek kiribûn.Ji bo firavînê beşdarên Konferansê ji cihê civînê bi meş ji taxa istasyonê berê xwe dan aşxanê. Zarokên me vê yekê heq nakin. Li ser rê 5,6 zarok nêzî gruba konferansê dibûn..  Wexta em nêzi wan bûn bi tirkî digotin “heqê nanekî bidin me.“. Hevalên li wir elimîbûn vê dimenê, meşa xwe didomandin. Lê bi xwe ez bi wan gotinan pir êşîyam û di cih de sekinîm. Zarok li dor me kom bûn. Min ji wan re got” Zarokno emê daxwaziya we bi cihbinin.. Kî ji we bi kurdî zane? Yek ji wan xwe avêt pêş, got ez.. Piştî wê dengên zarokên din jî bilind bû “ez,ez, ez…”Min ji zarokê destpêkê re got ezê bidin te, tê bi wan re parve bike…Dengê erê, erê xemgîniya min hîn zêdekir.Sistema dagirkerîyê zarokên me xistibû çi halî...

Bê guman sedema sereke bê edaletî, bêdewlet bûyina me ye. Di diroka Kurdistanê de gelek caran firsedên mezin ketiye destê me, sîyaseta dewletên mezin, perçebûyin, bê tifaqîya navbêra me û baş bi kar neanina destkeftîyên demokratik û mehalî dibe sedem ku kurd azadiya xwe bi dest nexînin û zarokên wan periîşan û li kolanan parsê bikin. Li Kurdistanê jîyana aborî pir û pir xerab e.Li Diyarbekirê dîmenên bi vî rengî mesajek dide dezgehên siyasetê. Watiniyekê dixe ser milê me.

Çima partîyên Kurdistani nabin yek û rê liber feleketa zarokên me nagrin. Delegeyên Konferansê li ser vê mijarayekitiyê ji sekinîn. Bi pêşniyar û fikrên xwe yên berhemdar moralek mezin dan me. Axeftina kek Nurullah (Endamê rîvebrîya PAKê) ya girtinê hêvî û xweşbîniyê xurtir kir. Siyaset li saha siyasetê û li welat pir xweş e. 

24.10.2022