Dadgeha Bilind ji bo HDPê lêpirsîn da destpêkirin  

.

Dadgeha Bilind a Darazê ya Tirkiyê, ji bo Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ku niha şirîkê deshilata AKPê MHP dixwaze bilez ew partî bê girtin, lêpirsîn da destpêkirin.

Heger di encama lêpirsîna serdozgeriyê de, bi hinceta HDP bûye ‘cihê çalakiyên rêxistinê’  biryar li ser bê dayîn, wê dozvekirina girtina partiyê bi giştî jî were rojevê.

Hat ragihandin ku Beşa Partiyên Siyasî ya Serdozgeriya Dadgeha Bilind nivîsek ji Serdozgeriya Komarê ya Enqerê re şandiye.

Di nivîsa lêpirsînê de daxwaz hatiye kirin, dosyayên Hevserokên berê yên HDPê Selahattîn Demirtaş û Figen Yuksekdag û dosyeya giştî ya bûyerên Kobanî ku 108 rêveber û parlamenterên HDPê tê de cî digirin, ji wan re bên şandin.

Li gorî zanyariyan serdozgeriyê daxwaza dosyayên fezlekeyan ên 9 parlamenterên HDPê jî kiriye û ev yek jî wekî lêpirsîneke rûtîn daye xuyakirin.

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e