Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê HDPê de biryar da 2 demjimêr berê

.

Dadgeha Bilind a Destûra Tirkiyeyê (AYM) li ser daxwaza blokekirina hesabên alîkariya xezîneyê yên bankê yên HDPê biryar da.

AYMê biryara xwe ya li ser daxwaza ku HDP ji ber bi navê xwe neketiye hilbijartinên parlamentoyê yên 14ê Gulanê divê li ser alîkariya ji xezîneyê wergirtiye tedbîr bê dayîn, îro 19ê Hezîranê eşkere kir.

Li gorî biryara AYMyê, ti sedemek ji bo bi awayekî tedbîr blokekirina alîkariya xezîneyê ya HDPê nûne.

HDP di çarçoveya yasaya partiyên Tirkiyeyê de, di sala 2023yan de ji xezîneyê 400 milyon 228 hezar û 667 lîre alîkarî wergirtiye.

Dadgeha Bilind bi yekdengî biryar da ku ti sedemek bo blokekirina wî pereyî nîne.

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!