Dadgeha Destûrê li ser nîşana zaferê biryar da

.

Dadgeha Destûrê ya Tirkiyeyê biryar da ku cezayê ji ber “nîşana zaferê” binpêkirina mafê raderbirînê ye.

Nîhat Ekmezê ku li Girtîgeha 2yem a Cureyê Tyê ya Îzmîrê girtî ye, dema hevdîtina wî ya mehane qediyabû nîşana zaferê kiribû û ziyaretkarên wî jî lîlandibû.

Lijneya Dîsîplînê ya Girtîgehê dest bi lêpirsînê kiribû 11 roj cezayê şaneya yekkesî dabû Nîhat Ekmez.

Nîhat Ekmez piştî vê biryarê serî li Dadgeriya Înfazê da lê îtiraza wî nehat qebûlkirin.

Ekmez piştî ku îtiraza wî li Dadgeha 1ê ya Cezayên Giran a Karşiyakayê jî hat redkirin serî li Dadgeha Destûrê da.

Dadgeha Destûrê biryar da ku nîşana zaferê di çarçoveya mafê raderbirînê de ye û divê Ekmez tazmînatê bistîne.

Li gorî nûçeya Amida Haberê, dadgehê biryar daye ku Ekmez 30 hezar lîre tazmînata manewî bistîne û dosye ji bo ku careke din darizandin were kirin li Dadgeha 1ê ya Cezayên Giran a Karşiyakayê vegerandiye.

Kurdistan Haberleri

Netanyahu: Ez dê destûrê nedim ku Îran çekên nukleerî bi dest bixe
Rûsya û Ukraynayê dîl bi hev guhertin
Ehmed Şer bi endamekî Kongreya Amerîkayê re civiya
Bafil Talebanî: Balafir û dronên Tirkiyê nahêlin PKK kongreya xwe fesihkirinê li dar bixe
Baroya Diyarbekirê giliyê HTŞê li Dadgeha Cezayê û NY kir