Berdevkê Dadgeha Federal ya Iraqê Eyas Samûk bi daxuyanike bo çapemeniyê biryara serdana serokwezîrê Iraqê ya derbarê referendûma Kurdistanê de diyar kir ku ew nikarin bêjin ku referendûma Herêma Kurdistanê ne qanûnî ye.
Samûk got bo ew karibin biryarekê bidin, divê ew li birêvebirên Herêma Kurdistanê jî guhdarî bikin.
Weke tê zanîn serokwezîrê Iraqê Heyder Abadî referendûma Herêma Kurdistanê ne meşrû îlan kiribû û serî li Dadgeha Federal dabû ku ew jî referendûma serxwebûnê ne qanûnî îlan bike.