Dadgeha Dadê ya Navdewletî ku dadgeha bilind a Netewên Yekbûyî ye, roja Çarşemê razîbûna xwe nîşan da ku guhdariya gilya Îranê ya li dijî cezayên Amerîkayê yên ji ber bernameya atomî ya wî welatî bike. Amerîkayê dilgiraniya xwe li hember biryarê nîşan da û dibêje, ne di taybetmendiya wê dadgehê de ye ku wê dozê bibîne.
Serokê Dadgeha Dadê ya Navdewletî, Ebdulqawî Ehmed Yûsif ragihandiye, dadwerên dadgehê îtîraza parêzerên amerîkî red kirine.
Niha wê dadgehê biryar daye guhdariya giliya Îranê bike, lê dibe ku çend sal pêwîst bin heya ku biryara dawî li ser doze bê dan.
Îranê pêşwazî li vê biryara Dadgeha Dadê ya Navdewletî ya li Lahayê kir û Wezareta Derve ya Îranê ev biryar weke “serkeftin” bi nav kir.
Wezareta Derve ya Amerîkayê li hember vê biryarê bertek nîşan da û ragihand, ku ew ji vê biryarê “bêhêvî” bûne.
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê, Ned Price diyar kir: “Di qonaxa bê ya vê dosyeyê de em dê vê yekê şirove bikin ku çima îdiaya Îranê bê mifa ye.”
Pêştir Washingtonê gotibû, Dadgeha Navdewletî ya li Lahayê mafê wê yekê nîne û ne di taybetmendiya wê de ye, lewma divê dest ji dêtina wê doze berde. Washingtonê herwiha gotibû, cezayên li ser Îranê pêwîst in, ji ber ku Îran “metirsiyeke ciddî” ye bo ser ewlehiya cîhanê.
Sala 2018 îdareya Donald Trump piştî ku ji rêkeftina atomî ya bi Îranê re vekişiya, cezayên li ser Îranê vegerandin. Tehranê wê demê li dijî wê pêngava Washingtonê, li Dadgeha Dadê ya Navdewletî gilî tomar kir.
Tehranê di gilînameya xwe de dibêje, sizayên sepandî Peymannameya Hevrêtiyê ya sala 1955 a di navbera Îran û Amerîkayê de binpê dikin. Ew peymanname taybet e bi rêkxistina peywendiyên aborî yên navbera herdu welatan.
Biryara Dadgeha Navdewletî ya Netewên Yekbûyî di demekê de ye, ku Serokê Amerîkayê Joe Biden dixwaze bi dîplomasiyê Îranê razî bike, bernameya xwe ya atomî sînordar bike.