Dadgeha Parîsê ya Temyîzê fermana girtina Beşar Esed pesend kir

.

 Dadgeha Temyîzê ya Parîsê îtiraza Dozgeriya Netewî ya Fransa ya Dijî Terorê ya ji bo rakirina fermana desteserkirina Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed dabû red kir. Dadgeha Netewî gotibû, serokên dewletan xwedî parêzbendiya destnedanê ne û nabe biryara girtina wan bê derkirin. Lê belê Dadgeha temyîzê cardin ferman da ku Esed bê desteserkirin.

Beşar Esed ji ber êrîşên kîmyewî yên sala 2013an bi tawana dijî mirovahiyê û tawanên şer hatibû ji aliyê dadgeha Fransî ve hatibû mehkûmkirin û fermana girtina wî hatibû derxistin.

Dadgeha Parîsê ya Temyîzê, piştî biryara navnetewî ya girtina Esed ku 15ê Mijdara borî hatibû derxistin, li ser îtiraza Dozgeriya Netewî ya Fransa ya Dijî Terorê ya betalkirina wê biryarê civiya.

Dadgeha Temzyîzê ew daxwaz red kir û biryara desteserkirina Esed ji nû ve derxist. Parêzerê mexdûran û saziyên sivîl Jeanne Sulzer û Clemence Witt li ser vê biryarê dane xuyakirin ku ev biryareke dîrokî û pêngaveke mezin e di têkoşîna dijî bêsizabûnê de.

Herwiha diyar kirin ku ev biryar tê wateya ku serokekî dewletê yê ser kar ne xwediyê wê zirxa parêzbendiyê ye.

Siyaset Haberleri

Kerkûk.. Du teroristên DAIŞê berî xwe li nav xelkî biteqînin hatin kuştin
Li Silêmaniyê êriş: Kuştî hene
Nêçîrvan Barzanî: Divê her kes hewla hilbijartineke aram bide
Li Cûdiyê operasyona leşkerî!
UNAMI: Dê hemû alî beşdarî hilbijartinan bibin