Dadgeha Tirk Dest Danî Ser Mal û Milkên Rojnamevana Navdar Dundar

Dadgeha Tirk Dest Danî Ser Mal û Milkên Rojnamevana Navdar Dundar

Dadgeheke Tirk îro Çarşemê biryar da ku rojnamevanê navdar Can Dundar li Tirkîyê mirovekî qaçax e loma dewlet dikare dest deyne ser mal û mulkê wî.

Dundar ku berê edîtorê giştî ya rojnameya Cumhurîyetê bû, jiber nûçeyeke wî di bin givaştinê de bû û ew piştî hewila darbeya leşkerî ji Tirkîyê revîbû û çûbû Almanya.

Dadgehê 15 roj dabû Dundar ku vegere Tirkîyê, lê wî ew daxwaz red kiribû.

Dadgehê biryar da ku dest deyne ser hemî mal û milkên wî yên li Enqerê, Stenbol û Mugla û hesabên wî yên bankê.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e