Di daxuyaniya ku ji aliyê Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê ve ji Rûpela Nû re hatiye şandin de wisa hat gotin:
"Mehkemeya Ruhayê 15 meh ceza li Siraç Kirici yê endamê meclîsa PAKê birî
Mehkemeya Ruhayê îro (21.12.2018) 15 meh ceza li endamê meclîsa PAKê, hevalê me Siraç Kirici birî. Bicîhanîna cezayê hate taloqkirin. Parêzerên Siraç Kirici dê îtîrazê li Mehkemeya Bilind bikin.
Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê Feyyaz Ekmen û endamê Meclîsa PAKê Siraç Kırıcı, roja 22.11.2018an, gava ku ji Almanyayê dihatin Tirkîyeyê, li Balafirhega İzmîrê hatibûn girtin.
Sîraç Kirici û Feyyaz Ekmen rojekê li Emnîyeta îzmîrê hatin desteserkirin.
Paşê Mehkemeya Îzmirê ew berdan û di derbarê wan de cuda cuda doz hate vekirin.
Daniştina yekem ya mehkemeya Siraç Kirici îro li Ruhayê bû.
Mehkemeya Ruhayê di daniştina yekem de 15 meh ceza li Siraç Kirici birî.
Sebebê vê cezayê jî parvekirinên li ser sosyal medyayê yên di derbarê wêneyên jenosidên Helebçeyê û Enfalê û parvekirina wêneya Alaya Kurdistanê bû.
Baş e, çi eleqeya wêneyên jenosîdên Helebçe û Enfalê û Alaya Kurdistanê bi propagandaya PKK-KCKyê ve heye?
Siraç Kirici damezrînêr û endamê Meclîsa PAKê ye, lê mehkemeya Ruhayê ji ber van parvekirinên wî yên ku tu eleqeya wê bi PKK/KCKyê ve tune ye, bi îdîaya ‘’Propagandaya PKK-KCKyê’’ 15 meh ceza lê birîn.
Ev biryara Mehkemeya Ruhayê ne biryareke hiqûqî ye, lê biryareke sîyasî ye.
Ev biryara nîşana betehamulîya azadîya ramanî ye.
Ev biryara nîşana bêtehamulîya hemû gotin û nirxên di derbarê miletê Kurd ye.
Em vê biryara Mehkemeya Ruhayê protesto dikin.
Berîya vê cezayê, ji ber parve kirinên wan yên di sosyal medyayê de, li endamên Meclîsa PAKê Mehmet Ermiş, Kutbettin Yıldız û hinek endamên PAKê cezaya hefsê hatibû birîn, di derbarê Serokê Giştî yê PAKê û gelek rêvebir û endamên PAKê de lêpirsîn hatibû destpê kirin, doz hatibû vekirin.
Heta îro bi hefs û desteser kirin û zordarîyê rê li ber doza azadî, demokrasî û edaletê nehatîye girtin û ji îro pê ve jî dê tu biryar nikaribe rê li ber li doza rewa ya gelê me bigire."