Dadgehê 4 sal û 8 meh ceza da Selahattin Demirtaşî

Dadgeha Stanbolê bi tometa “propagandaya rêxistina terorê” 4 sal û 8 meh cezayê zîndanîkirinê da Selahattîn Demîrtaş. Herwiha dadgehê heman awayî 3 sal û 6 meh ceza jî da Sirri Sureyya Onder.

Rûniştina derbarê hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş û parlamenterê berê yê HDPê Sirri Sureyya Onder de li Kampûsa Girtîgeha Silîvrî ya Stenbolê birêve çû.

 

Di rûniştina dadgehê de Selahattîn Dermirtaş ragihand, ku li hember îdîayan wî berî parastina xwe pêşkeşî Dadgeha Cezayên Giran a Bakirkoyê kiriye û lewma red kir, ku parastina xwe bike.  

 

Dadgehê derbarê Selahattîn Demirtaş de bi tometa “propagandaya rêxistina terorê” kiriye 4 sal û 8 meh cezayê zîndanîkirinê da

 

Heman dadgehê ji ber heman tometê 3 sal û 6 meh cezayê zîndanîkirinê da Sirri Sureyya Onder.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin