Dadgehê cezayê Selçuk Mizrakli pesend kir

Dadgeha Adlîyeya Herêmî ya Dîyarbekirê 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê ku dargeha jêr li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Dîyarbekirê Selçûk Mizrakli birîbû pesend kir.

 

Dadgeha Adlîyeya Herêmî ya Dîyarbekirê 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê ku dargeha jêr li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Dîyarbekirê Selçûk Mizrakli birîbû, di nava 35 rojan de erê kir.

Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê 19ê Tebaxa 2019an de qeyûm tayînî Şaredarîya Bajarê Mezin a Dîyarbekirê kiribû. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Dîyarbekirê Selçuk Mizrakli ji peyvire hatibu dûrxistin û der barê wî de doz hatibû vekirin. Li ser îtîrafa Hicran Berna Ayverdî bi îdeaya “Endamtîya Rêxistinê" Mizrakli hatibû girtin.

Herwiha 9emîn Dadgeha Cezayên Giran a Dîyarbekirê li Mizrakli 9 sal û 4 meh û 15 roj ceza birîbû. 9'emîn Dadgeha Edlîyeya Herêmî ya Dîyarbekirê cezayê ku dargeha jêr li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Dîyarbekirê Selçûk Mizrakli birîbû erê kir.

 

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e