Dadgeha Kerxê ya Bexdayê biryar da ku girêbestên di navbera kompanyayên petrolê yên navneteweyî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de qanûnî ne.
Kompanyayên navneteweyî yên petrolê yên li Herêma Kurdistanê kar dikin, li Bexdayê serkeftineke mezin a yasayî li ser rêkeftinên xwe yên bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bi dest xist.
Dadgeha Pêdaçûnê ya Kerxê ya Bexdayê, daxwaza Wezareta Petrolê ya Îraqê ya ji bo betalkirina rêkeftinên petrolê yên bi Herêma Kurdistanê re red kir û biryarên berê yên dadgehê betal kirin.
Li gor rapora Îraqî Oil Reportê, bi biryara Dadgeha Kerxê ya Bexdayê ya 18ê Kanûna Pêşîn a 2024a, têkoşîna Wezareta Petrolê ya Îraqê ya li hemberî 9 kompanyayên navneteweyî yên wekî Addax Petroleum, Dana Gas, DNO, Gazprom Neft, Genel Energy, Gulf Keystone, HKN Energy, Shamaran Petroleum û Western Zagrosê bi dawî bû.
Li gel ku ew rêkeftin bi biryara Dadgeha Bilind a Îraqê ya Sibata 2022yan hatine betalkirin, Dadgeha Kerxê biryar da ku ew rêkeftinên di navbera van kampanya û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de qanûnî ne.
Hûrgiliyên biryarên dadgehê
Wezareta Petrolê ya Îraqê Gulana 2022an ji bo betalkirina girêbestên petrolê yên Herêma Kurdistanê pêvajoyeke yasayî dabû destpêkirin.
Di vê çarçoveya de Dadgeha Îstînafê ya Kerxê ya Bexdayê Tîrmeh û Cotmeha 2022yan çend biryar dabûn û rêkeftinên bi kompanyayê Addax Petroleum, Genel Energy, Gulf Keystone, HKN Energy, Shamaran Petroleum û Western Zagrosê re betal kiribûn.
Lê derbarê Dana Gas û Gazprom Neftê biryareke zelal nehatibû dayîn.
Piştre Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê îtîraz li van biryaran kir.
Di vê çarçoveyê de Dadgeha Îstînafê ya Kerxê biryarên berê yên meha tebax û îlonê red kirin û biryar da ku ew qanûnî ne.
Wezareta Petrolê ya Îraqê piştî van biryaran, careke din îtîraz kir û di dawiyê de roja 15ê Kanûna Pêşîn jî doz ji aliyê dadgehê ve hat dîtin.
Dadgeha Pêdaçûnê ya Kerxê, 18ê Kanûna Pêşîn daxwazên Wezareta Petrola Îraqê ya ji bo betalkirina rêkeftinan red kir û biryarên cuda ji bo her kompaniyekê derxist.
Her çend bi biryara dadgehê dawî li pirseke taybet a yasayî bîne jî ev biryar nayê wê wateyê ku hikûmet û saziyên federalî dê piştevaniya girêbestên petrolê yên Herêma Kurdistanê bikin.
Ji ber ku girêbest li gorî qanûna neft û gazê ya Rêveberiya Herêma Kurdistanê ya sala 2007an ku ji aliyê Dadgeha Bilind a Federalî ve hatibû betalkirin, hatine çêkirin.
Li gorî vê biryarê, nikare were gotin ku xebatên kompanyayên petrolê yên li Herêma Kurdistanê bi temamî hatine parastin.
Bi wê biryarê, her çend girêbestên petrola Herêma Kurdistanê neyên betalkirin jî lê dibe ku Wezareta Petrolê ya Îraqê bi hinceta ku ne li gorî yasayên Îraqê nebiryarê bide ku ew girêbest ne yasayî ne.
Biryara dadgehê ya 18ê Kanûna Pêşîn hevdem li gel hewldanên siyasî yên ji bo destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê ji bo Tirkiyeyê hat.
Hikûmeta Îraqê projeyasaya bûdceyê serast dike
Hikûmeta Îraqê meha borî hinek guherîn di bûdceyê de kiribû û tezmînata kompaniyên ku li Herêma Kurdistanê kar dikin pesend kiribû û nirxê her bermîlekê jî wekî 16 dolaran diyar kiribû.
Piştre hikûmeta Îraqê proje yasayek şand Parlamentoya Îraqê ku tê de mesrefa hilberîn û veguhastina her bermîleke petrola Herêma Kurdistanê bi qasî 10 dolaran zêde dike.
Yekemîn rûniştina pêşnûmeyê ya li meclisê bi dawî bû. Lê ji ber betlaneya parlamentoyê dengdana pêbaweriyê hat paşxistin.