Dadgehê qeyûm danî ser rêxistina CHPê ya Diyarbekirê

.

Dadgeha Enqerê, li ser şaxê Partiya Komarî ya Gel (CHP) ya Diyarbekirê biryara tayînkirina qeyûm da.

Dadgeha 9emîn a Sulhê ya Enqerê biryara ji kar vekişandina serokatiya CHPê ya Diyarbekirê da û li şûna rêveberiya berê jî 7 kes bi awayê demkî wekî qeyûm hatin tayînkirin.

Bi vê biryarê re, dawî li rêveberiya CHPê ya Diyarbekirê û seroka wê Gonul Ozel hat anîn.

Bi biryara dadgehê ji bo serokatiya CHPê ya Diyarbekirê, wekî qeyûm Muzaffer Deger û endamên rêveberiyê Behçet Gezer, Mehmet Beşir İpekçi, Devrim Budak û Suleyman Berberoglu hatin tayînkirin.

Siyaset Haberleri

ŞAM - Rojnamegerên Kurd hatin berdan
EDENE - Konferansa 'Kurd di sedsala dawî ya Osmaniya de' hat lidarxistin
Bender Ebas: Hejmara miriyên teqînê gihişt 70 kesî
YNK: Bi hev re kar bikin da ku mafên Kurdan bên parastin
Serokê ENKSê: Em bi hêvî ne bigihin nêrîneke hevbeş ku nêrîna hemû aliyan be