Dadgehkirina Celal Şeker, girtiyê nexweş piştî mirina wî jî dewam kiriye

.

Celal Şeker, girtiyê nexweş ê ku 3 sal berê li Girtîgeha Tîpa Dyê ya Amedê can daye, bi sedema ku doz derbarê wî de hatiye vekirin, vexwendine dadgehê.

Derket holê ku doza bi îdiaya “propaganda kiriye” ya li Celal Şeker, girtiyê nexweş ê 3 sal berê Girtîgeha Tîpa Dyê ya Amedê can daye, dewam dike.

Dilê Celal Şekerî li Girtîgeha Tîpa Dyê ya Amedê sekinî bû û ew birinûn nexweşxaneyê. Şeker di 3yê Sibata 2018an de can dabû.

Piştî mirina Şekerî bi 3 salan, di 18ê Kanûna Paşiyê ya 2020an de mesajek hatiye telefona mobile-ê ya malbata wî ku tê de gotine divê beşdarî daneşînê bibe.

Li gorî nûçeya Mujdat Can, nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) di mesajê de wiha nivîsandiye: “Di dosyaya 2015/98ê de ji bo roja 24/12/2020an saet di 09.55ê de wê danişîn pêk were.”

Malbata Şekerî dema xwestine fam bikin bê ka doz li kê hatiye vekirin çûne edliyeyê. Li edleyeyê ji wan re gotine ku doz li Celal Şeker hatiye vekirin.

Hatîce Şeker: Rewşeke trajîkomîk e
Hatîce Şeker, xwişka Celal Şekerî gotiye ku nexweşiya dil a birayê wê hebû û bi cihaza diyalîzê ve pêwistiyên wî yên laşî dihatin bicihkirin, lê digel vê rewşê jî nehatibû azadkirin:

“Ji bo birayê min ê can daye roja danişînê diyar kirine. Ev rewşeke trajikomik e.”

Celal Şeker di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (IHD) de bû. Di sala 2015an de hatibû girtin û ew xistibûn Girtîgeha Tîpa Dyê ya Amedê. Digel raporên wî yên digot “ji sedî 95 kêmendam e” û “nikare li girtîgehê bimîne” nehatibû azadkirin.

Dilê Şekerî di 19ê Kanûna Paşiyê ya 2018an de sekini bû. Ew biribûn Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlî û liv ir di 3yê Sibata 2018an de can dabû.

Parêzerên wî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabûn lê bi îdiaya ku “Derfetên wî hene ku bikaribe ji xizmetguzariya tenduristiyê fêdê bigire” daxwaza wî ya azadbûnê nehatibû qebûlkirin. 
 

Kurdîstan Haberleri

Heyeta PWKyê Li Parîsê Seredana Nûneratîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Fransayê Kir
Heyeta PWKyê  Li Parlamentoya Hollandayê Li Gel VVD (Partîya Gel a Azadî û Demokrasîyê) Hevdîtinek Pêk Anî
ZAXO - Keçeke din a Kurd a Êzidî hat rizgarkirin
Hosteya dawî ya qir û qafikan: 45 sal in vî karî dike
Ji bo 2 pirtûkên Weşanên Aryenê biryara komkirinê hate dayîn