Çavkaniyên Ewlehiyê yên bajarê Selaheddînê diyar kir ku çend roj berê, polîsên Iraqê di navbera bajarên Selaheddîn û Diyalayê de ketine xefka DAIŞê de. Li vê derê 8 polîsên Iraqê ji aliyê DAIŞêve hatin êsîrkirin.
Çavkaniyan diyar kir ku DAIŞê ev 8 polîs gulebaran kirine û înfaz kirine. Dîmenên înfazê jî di malperên DAIŞê de hatine weşandin