DAIŞê 7 çekdarên mîlîşyayan li beyabana Dêrazorê kuştin

Çekdarên DAIŞê li beyabana Dêrazorê êrîşên xwe berdewam dike û 7 çekdarên mîlîşyayên ser bi rêjîma Sûrîyê ve dikuje.

Navenda Nûçeyan - Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, çekdarên DAIŞê li beyabana Dêrazorê li nêzîkî bajarokê Suxnê 7 çekdarên mîlîyayên ser bi rêjîma Sûrîyê ve kuştin.

Ev di demekê de ye, duhî çekdarên DAIŞê rîya Dêrazor û Şamê qut kiribûn û efserekî artêşa Sûrîyê, 2 serbaz û jinekê kuştibûn.

Ji dawîya meha Adara 2020an ve, li navçeyên di navbera parêzgeha Dêrazorê û Humsê de, tevgera çekdarên DAIŞê zêde bûye û çendîn car in şer û pevçûn di navbera hêzên rêjîma Sûrîyê û çekdarên DAIŞê derdikeve.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e