Navenda Nûçeyan - Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kirîye, serê sibeha roja 21.06.2020ê çekdarên DAIŞê li çolên Dêrazorê êrîşî bingehên artêşa Sûrîyê kirin û şerek dijwar di navbeyna her du alîyan de derketîye. Ligor Rewangeha Sûrî di encama şer de, 8 leşkerên artêşa Sûrîyê hatin kuştin û 3 jî bi dîl ji alî çekdaran ve hatine girtin.
Rewangehê belavkirîye, ji 24ê Adarê ve û heta niha zêdetir ji 570 leşker û çekdarên ser bi rejîma Sûrîyê ve, di êrîşên çekdarên DAIŞê de li çolên Dêrazorê, Reqa, Hûmis û Swêda hatine kuştin.