DAIŞê êrîşî gundê Kurdan li Xurmatûyê kir

Hejmarek çekdaran avête ser gundekî Kurdan ê ser bi navçeya Xurmatûyê û 3 kesên wî gundî revandin.

Êvara borî, çekdarên DAIŞê êrîşî ser gundê Parepare kirin û 3 xortên xelkê wî gundî revandin, lê paşê yek ji wan xortan karî ji destên çekdarên DAIŞê bireve, lê DAIŞiyan 2 ciwanên din bi xwe re birin bo cihekî nediyar.

 
Hate ragihandin, 40 çekdarên DAIŞê bi navê Heşda Şeibî, êrîşî gundê Parepare li nêzîk balafirxaneya Sidîq li Xurmatû kirin, xelkê gund kom kirin û ew ciwan li gel xwe birine.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin