DAIŞê êrîşî HSDê kir: Bi dehan qurbanî hene!

Rêxistina terorîst a DAIŞê êrîşeke berfireh li ser Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) dike û bi dehan qurbanî hene.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragehand, ji roja yekşema borî ve çekdarên DAIŞê berdewam êrîş dikin ser hêzên HSDê.

Li gor daxuyaniya Rewangeha Sûrî, DAIŞ li eniyên Şeife, Suse, Meraşîde û Sehra li gund û warên rojhilatê Dêrezorê êrîş kiriye ser HSDê.

Ji ber êrîşên DAIŞê û li gor Rewangeha Sûrî ragehandiye, 23 şervanên HSDê jiyana xwe ji dest dane û 30 kesên din jî birîndar bûne û 9 çekdarên DAIŞê jî hatine kuştin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin