Di derbarê bûyerê de çavkaniyeke nêzîkî DAIŞê îdda kir ku çekdarên DAIŞê li nêzîkî Hesekê li pêşiya konvoya PYDê û Amerîkayê xefkek vedabûn. Dema ku konvoy derbas bû, bombeyên keviya rê hatine teqandin û şer derket. Di encama şêr de 15 kes hatin kuştin û 25 kes jî birîndar bûn. Li gorî îddayan di nava kuştiyan de leşkerên Amerîkayê jî hene.